sê cerde le şîwêka tûşî pyawêk bûn...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  449 Dîtin

sê cerde le şîwêka tûşî pyawêk bûn, kerêk û hendê şitumekî pêbû, girtyan řûtyan kirdewe. hatin biřon temaşayan kird wa xêłêkî caf lew nizîkanewe dewaryan hełdawe. wityan: eger kabray řût kirawe hawar bika, xo em hobeye emangirin. hatin her dû qołî kabrayan best û swarî kerekey xoyan kird û be naw małekana birdyan. kabra hawarî kird: xełkîne bo xatrî xwa, emane cerden řûtyan kirdûmetewe çarêkim biken. yekê le cerdekanîş eyut: xwa bika to çak bibîtewe, qeynaka ba ême cerde bîn!

xełkî awayyeke pirsyan eme çîye? cerdekan eyanut: «qurban eme biramane. sê çwar şew lemew pêş çûbuwe ser kanî, destyan lê weşanduwe û şêt buwe, êmeş eybeyn bo ser mîrî sûr». xełkekeş wayanzanî ke emane řast eken. herçend kabra hawarî ekird û swêndî exward, ke emane řêgirin û řûtyan kirdotewe, ewan her eyanut: «xwa û mîrî sûr şifat biden». bem core tîpeřîn ta dûr kewtinewe, kabrayan bereła kird û gwêdrêj û şitumekekeyan bird û be bê areq derçûn!