’ewła paşay baban řojêk le wezîrêkî xoy...
’ewłapaşay baban řojêk le wezîrêkî xoy tûře ebê û ełê hîç kes nabê hatuçoy bika, kabra şewêk be dizyewe eçête małî dostêkî, ke le hewła xoy hênawyete pêşewe, herçend bangî eka dergay lê nakatewe. bangî eka ełê: tikat lê ekem, her ewende were ew dîw dergake, minîş le derewe ḧekayetêkit bo ekem, îtir eřom, namewê dergam lê bikeytewe. kabra dêt le jûrewe le pişt derga ewestê û ełê: fermû bizanim ḧekayetî çîm bo ekey?
wezîr ełê: «kabrayek bû dû jinî hebû; yekêkî sipî wicwan, yekêkî řeş û naşîrîn, qet ne’eçuwe małî jine naşîrîneke binwê. şewêk legeł jine cwaneke şeřî ebê, jineke swêndî lê exwa ełê nabê lem małe řoj bikeytewe. ewîş eçê bo małî jinekey tirî. jine naşîrîneke epirsê ewe çilon bû îmşew hatî bo êre? ełê: bexwa legeł jinekey tirim şeřman bû, minîş hatûm bo lay to. ewîş ełê: ewe lew la deryan kirdûy boye hatûytelay min, sa be xwa minîş datnakem û nayełim lêre binûy û dergay lê nakatewe. kabra ełê: jine řeş! xwa řûy jine sipîyekem řeş bika ke hoy minî xiste to û toş derim ekey».