fera mîrza ḧakmî sine xerc û bacî le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  459 Dîtin

fera mîrza, ḧakmî sine, xerc û bacî le hewramî esend. řewştî ew dewreş wabû pyawêkî be galokêkewe enarde seryan, ewanîş hemû bacekeyan ko ekirdewe û eyandaye û eřoyşit! sałêkyan le şarî hewraman bo’ewe ke kabray galok be destyan neyete ser, herle pêşewe parekeyan ko kirdewe û dayan be «belepa» ke xîra bîba bo fera mîrza.

pareyan nard, ke çî kabray gałok be destîş her hat, wityan: babe pareman narduwe. ewîş bem qisane wazî nehêna, pênc şeş pyawî aqłî bał best û legeł xoy birdinî bo «sine» bo lay fera mîrza. fera mîrza lêy pirsîn. ewanîş wityan qurban be «belepa»da xeracekeman narduwe, ke çûne binc û binawanî «belepa»we, eme «kerwêşk»e, tumez eme çûn parekeyan bestote piştî kerwêşk û pêyan wituwe em pareye bere bu xan û kerwêşkyan berełła kirduwe bew nyazey parey berê! fera mîrzaş ełê: ba bênîn taqyan bikeynewe bizanîn eme řast eken ya diro? hênayan mêwje řeşke û qalonçeyan têkeławkird û xistyane berdestyan ke bîxon! ewanîş lêy ko bûnewe qalonçekan her yek belayekda eřoyştin, hendêkyan xerîkî xwardinî mêwjeke bûn, çunke ne’eřoyşit. yekêkî tiryan tyabû witî: yanet wêran bo, padarê gîrdê, bê pa mał û wêmanen! inca fera mîrza witî: babe řast eken parekeyan dawe be «belepa» berełłay kirdin, kerwêşkîş lewlawe xwa eyzanê parey le kwê fiřêdawe!