carêk basî pyawî îxtyar û ...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  482 Dîtin

carêk basî pyawî «îxtyar» û be ’umir ekira. kak ewłay ’ezîzî hemewen gêřayewe witî: carêk le «edene» řêman kewte dêyek, kabrayekî řîş maşubirinc le berdemî mizgewtekeda egrya. lêman pirsî bo çi egrî? witî: bawkim lêy dawim. êmeş witman seyre, ba biçîn bo lay bawkî em kabraye û kabraman bird wiçûyne małekeyan. řast bû pyawêkî pîr danîştibû, lêman pirsî: bo çî lem kuřey xotit dawe? witî: «qurban em nacnise bê edebe, emřo çuwe diłî bawkimî ẍêşanduwe». êmeş zor sersam bûyn, her çend min be řefîqekanim wit: ba biçîn ewîşman çaw pê bikewê, bełam ḧemey silêman witî: xizmîne! wazbênin. eger wa biřwa pêwîste heta xizmetî ḧezretî adem biçîn!