kabrayek eçête suleymanî be ber dukanî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  461 Dîtin

kabrayek eçête suleymanî, be ber dukanî pîneçîyekda tê’epeřê. merkaney destaweke danrabû diłî lê eçê û pêy ełê: «xało bikêşe bayî qiřanêk lew doşawe». ewîş giłînekey bo piř’eka eydatê. kabra eynê be serewe hemûy exwatewe û le paşa pêy ełê: xało ne’êjî kurde xeşîm û neyzanî, doşaweke doşawêkî xas bû, welî çikê tifit wu».

kabrayek hebû, ḧesen aẍay naw bû, carêk le kendełanêka maynêk egêt. eçin be serya û pêy ezanin, ewîş le şerma řû nakatewe awayî. serî xoy heł’egrê û řû ekate wiłatan.

çend sałêkî pê’eçê kabrayekî lay xoyanî berçaw ekewêt, bełam ew em nanasêt. eçê be layewe lêy epirsê: «bira! dengubasî wiłatî lay êwe çîye?». kabraş ełê: wekû çî? ełê: çûzanim herwa ḧesenaẍayek, kendełanê, maynêk, şitêk. ełê: «wełła bira agam le hîç nîye, çûnke lew sałewe ke ḧesenaẍa maynekey le kendełan gawe min lewê derçûm, îtir nazanim». ḧesenaẍay hejar le diłî xoya ełê: «dek mibarek nebê! xo eme bû be tarîxîş». îtir ta mird řûy nekirdewe be wiłata.