ey espekem pele bike pele

parçe şî’rêkî «řesuł hemzatof»e
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  349 Dîtin
řojê sê afret berêyan kirdim
yekemyan piştî da be dîwarekewe û
bê ewey ser daxa witî:
eger to minit lebîr biçêtewe nagrîm
duwemyan leber dergay małeke westa û
kunneyekî piřî pê bû
gwêm lê bû witî:
bigeřêrewe bo lam, hîç dwa mekewe
sêyemyan: henaseyekî hełkêşa û hîçî newt.
herke le şaxeke pêçim kirdewe
ew şaxey parçe hewrêkî erxewanî day poşîbû
yekemim bîrçiwewe
le pêçekey tira, be derûnêkî asûdewe
duwemîşim bîrçuwewe
fiřîm, sedan řêgam kutayewe
legeł řojgara hatim û çûm
ke çî legeł eweşda nemtiwanî
sêyemyanim lebîrçêtewe
ke maçim kirdibû
geřamewe bo lutkeke
yekemî negrîsim dî leser serbaneke
çaweřêye
duwemî sawîlkeş hate derewe û
be kone kunnekeyewe
hat be pîrmewe
keçî sêyem nehat bo pêşwazîm
legeł eweşa heta dinya dinyaye
natwanim lebîrim biçêtewe
şewanîş her xew bew sêyemewe ebînim
ke maçim kirduwe