le wiłatî biłbasatye kabrayek hebû nawî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  518 Dîtin

le wiłatî biłbasatye kabrayek hebû nawî «mam bapîr» bû, řojêk melay awayyekeyan bang eka û pêy ełê: mamosta min mûçet edemê û min bexêwit ekem keçî to řojî cum’e du’a bo sułtan ’ebdulḧemîd padşay ’usmanî ekey. eger du’a bo minîş ekey başe û sałî 30 ser ḧeywanîşt edemê, xo eger naykey her le êstawe cêgayek boxot bidozerewe. mela witî: zor başe, to ewende şitim bideytê min çon ebê du’at bo nekem.

řojî heynî hat û mela xutbey xwênd û le paş du’a bo padşay ’usmanî witî: یاایهاالمام bapîr, ank lidib kibîr, fimkank biٸs alimsîr, walilh kil şî’qidîrErebî.

kabrayekî xwêndewar be řêkewt lewê bû, serî hełbiřî ke biłê mela çît wit, mela witî: askit, askit askitune, hiřa qum ḧimarunha ’itî ẍinim silasun ’işrilk û lî ’işrunErebî»! kabra îtir hîç dengî nekird. le paşa mam bapîr zor zor melay xoş ewîst û xizmetî ekird.