mayewe ser ewey aya em kare sate bo çî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  520 Dîtin

mayewe ser ewe aya em karesate bo çî le suleymanî řuwêda? legeł eweda ew şare şwênêkî nîmçe kwêstane û hemû demêk şwênî řehêłe û baran buwe? cêgey nawşarî suleymanî hemûy şîw û dołe, her lew wextewe ke îbrahîm paşay baban le 1784da binaẍey şarekey danawe, ta em řoje hemû katêk řêbazî aw û lafaw buwe, keçî ta êstaş bêcge le sałî 1932 şitêkî tirî wa řûy nedawetewe. hî sałî 1932yiş le çaw emcareda şitêkî wa nebuwe.

řaste suleymanî gelê baran û lafawî çaw pêkewtuwe, bełam ewey ke bû be hoy felaketî em care dû şit bû; yekem piřbûnewey şîwekan, duwem piřbûnewey xendeqeke.

wekû zanîman le zur şwênî nawşarewe her le konewe şîw û doł buwe. her baran û lafawêk hatbê şîwekan qûtyan dawe û îtir hîç neqewmawe. eme çend sałêke be hoy dirustkirdnî şeqam û řêkxistinî cade û kołanî tazewe ew şîwane berebere piřbûnewe. xołî ser cadekan û xakuxołî malan hemû be corêkî kemterxemî ekirane naw ewanewe. ew şiteş ke em layenî kemterxem kirdibû, dirustkirdnî ew xendeqe bû le qerax şarekewe. gwaya ewtira ke xendeq hebê, îtir şîw pêwîst nîye, xendeqeke bû be hoy tyaçûn û piřbûnewey şîwekan, keçî eme çend sałêke gwê be xendeqekeş nedra ta ewîş piřbuwewe. be piřbûnewey her dû layan, ber bo lafaw bereła bû.

ke wabû hezar xozge bew dewre ke ew xendeqe dirust nekirabû, çunke nebûnî ew, xełkeke û ḧikumetîşî wirya ekirdewe bo agadarî le şîwekan. emeye ełê: bo řîş çû, simêłîşî naye ban.