ew zyaney ke lem lafaweda kewt lem şare...
ew zyaney ke lem lafaweda kewt lem şare bemcore bû;
ewaney ke xinkan û bûn be jêr dar û perdûy xanûy řûxawewe 35 kes. emane zortirî minałî sawa û paşan jin û emca pyaw. ew xanuwaney ke lafaw řûxandî 47 xanû bû. ewaney ke lafaw pekî xistibûn ebuwaye biřuxênrên 76 xanû bûn. ew zyaney ke le xełkî nawşar kewtibû le kutał û babetî ’etarî û şitumek awbirdûy nawmał danra be sed hezar dînarî ’êraqî. ew zyaney ke le şarewanî(beledye) kewtibû hî xyabanekan, baxçe giştîyekan, zêrab û borîyekan be 300 hezar dînarî ’êraqî. em karesate bem core qewma. paş ewe xełkî nawşar û kurdekanî derewey nawşar be taybetî ewaney le «beẍda» bûn hawaryan lê berz bowe bo piřkirdinewe û çarekirdinêkî em zyan û karesate. îstigey kurdî û ’erebî le beẍda dengî berz kirdewe, mesele geyşte hemû şarekanî derewey ’êraq û îstigekanî ’alem. hemû basî em lafawe û perêşanîy xełkî şarî suleymanyan kird. xawen şiko padşay ’êraq wicênşînî padşay ’êraq, le beẍdawe çûn bo bînîn û serexoşî kirdin le lêqewmawanî şarî suleymanî. herweha pyawanî kurdîş le hemû layekewe her çûn bo ewê bo bînînî em kare sate. be telegraf û telefon û namey taybetî kurdekanî ’êraq û derewey ’êraq derbiřînî matemî xoyan bo ew perîşanîye ke řûy kirdote şarî suleymanî, enard bo muteseřîfî şar û serokî şarewanî û řojnamey jîn le suleymanî. herweha padşa û serok komarekanî kîşweranî derewey ’êraq basî matemî xoyan enard bo xawen şikoy ’êraq û emane hemû le řojnamekanî beẍda biław ekirayewe.
le bin dest emewe, xezêney ḧikumetî ’êraqî 20 hezar dînarî nard bo lêqewmawanî şar. enca fermanîşî derkird ke ta 50 hezar dînar pîtak bikirê û emaneşyan her bidrêtê. lîjneyek bo em layene le beẍda damerza û destyan kird be îşkirdin, le şarekanî tirî kurdewarî ’êraq, ewanîş lîjneyan bo xoyan dirust kird û destyan kird be pare kokirdinewe û hemû layek merdane hatne dest. le naw şarî suleymanîş 8 lîjne dirust kira bo ewey bizanin her kesê zyanî lê kewtewwe bew pêye lem parane, pareyan bidenê û tozê le kesasîyan kem bikenewe.
ew lîjne geştîyey le beẍda dirust bû le paş ewe ke be corîkî cwan kewtine îşkirdin, penca hezar dînaryan ko kirdewe û nizîkey 3 hezar dînarêkî tirîş hebû, destûrêkî tazeşyan bo ewe dawa kird. herweha 1500 dînarî tirîş pêş emane le layen yek dû kesewe berat kira. be kurtî bo em îşe pelamarêkî baş dira.
le řojî 1958/1/16da lîjney giştî çûn bo suleymanî û pareyan biław kirdewe. zyan le 64٪ piř kirayewe. dyare eme bêcge lewe ke ta 20 hezar dînarêk le dewłemendekanî suleymanî ke zyanyan lê kewtibû wazyan hêna û beşî ewanîş dabeş kira be ser ewaneda ke zor pêwîstî yarmetî bûn. şitêkî tir ke şayanî bas bê ewe bû:
em lîjneye hênayan ew kesane be hoy lafawewe mirdûyan mirdibû, ew mirduwe eger serokî xêzan bûbê bêcge le beşî zyaneke 250 dînarî tirîşyan dawe be xêzaneke, eger xo mirduweke serok nebûbê 100 dînaryan pê dawin.
emey ke min nûsîm lêreda bo ewe bû ke mêjû şit win neka. ca leber ewe em base exwênînewe û dûr nîye nezanrê ke zyaneke çend buwe beramber be parey ewan we ya nezanrê dînarî ’êraqî çi nirxêkî heye, ewa hênam beranberî dînarî ’êraqîm kird legeł hendê lew paraneda ke xawenekanyan dirawsêtî û aşnayetyan legeł ’êraqa heye bo ewe hemû layek wekû yek bizanin ke zyanî şarî suleymanî le mawey 45 deqîqey řojî 1957/10/18 çend buwe û bo ewey newey paş em řojeş her be tewawî boyan derkewê.
nirxî parekan lew řojeda bem corey xwarewe bû:
dînar ’îbarete le 1000 fils we eme weḧdeyekî qyasî ’êraqîye.
fils dînar
750 3 = lîrey řeşadî zêř.
10 1 = pawenî îngilîzî
10 1= cuneyhî mîsrî
365 = dolarî emerîkî
102 = lîrey qaqezî surî
26 = lîrey qaqezî turkî.
118 = lîrey qaqezî lubnanî.
46 = temenî êranî.
75 = řupyey hîndî.
80 = ferengî swîsrî.