ewe pêrê, eme dwênê, bełam emřo

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  375 Dîtin
ejdehakekanî serdem!
hemû hewrekanî mêjû
ko bûnewe
hemû zam û
birînekanî řabirdû
herçî kon û nwêye hemû
be nasorîy řast bûnewe
le zor lawe
řehêłey baran û lafaw
cê pêy sitem eşwatewe
le zor lawe
hewrî jan xoy exwatewe
bo demê tewjimî betaw
tamezroye û
tînuwe bo maçî hetaw
ta newrozî řasteqîne
bo mirovî řasteqîne
wekû xorê le asowe
pirşing bibexşê be hîway
řengawřengî
hezaran pelkezêřîne