ełê dewrî zû lew wiłatî madistane...
ełê dewrî zû lew wiłatî «madistan»e padşayekî be desełatî zor samandar hebû, hîç mindałî ne’ebû, bem boneyewe şew û řoj le pejareda bû, hîç şêx û pyawçak û pizîşkêkî nehêşt, kełkî nebû, qełemřewekeşî řoj be řoj her zyadî ekird, bełam diłî ew řoj be řoj tengitir ebû. řojêk hemû estêrejmêrî memleketî ko kirdewe ke bełkû le estêrey bextî ewa şitêkî bo bidoznewe, estêrejmêran lepaş ewe, ke be zanayî xoyan hemû estêre geřan, şitêkî zor seyryan çaw pê kewt! qiseyan hate ser ewe ke bo padşay negêřnewe, bełam padşa tengî pê hełçinîn û witî: «her şitêktan dîwe ebê pêm biłên.» naçar ewanîş wityan: «ewî řastî bê padşahim! le estêrey bextî toda kuřêk berçaw ekewê û kuřêkit ebê, bełam em kuře ke bû be temenî ḧewsałan mar pêwey eda û emrê!
padşa beme le layekewe diłxoş bû ke kuřî ebê, le layekîşewe diłteng bû ke kuřî emrê. witî: «dîsan bom seyr bikenewe.» estêrejmêrekan her çende kelên û qujbinî estêreyan pişkinî, leme zyatryan berçaw nekewt. wityan: «padşahim leme zyatir hîçî tir nîye, to kuřêkit ebê û qeza û qeder way hênawe ke ebê lew temeneda û le fiłane kat û wexta mar pêwey bida û bimrê.» padşa witî: «xo le ḧisabî estêreda heye ke min kurêkim bibê?» wityan: bełê, bełam qeza û qeder waye ke ebê biřwa! witî: sa, min ew qeza û qedere egêřmewe. bełê le paş maweyek, wekû estêrejmêran witbûyan xwa kuřêkî be padşa da û le hemû qełemřewî wiłata bû be aheng û zimawend û şayloẍan, şa û şajin korpey îmřo cênşînî paşeřojyan newek lenaw diłî xoyan, bełkû lenaw diłî hemû merdumî wiłata be nazî û şîr şekir bexêw ekird, padşayş îtir her lew fîkireda bû ke çon em qeza û qedere bigêřêtewe û em cigergoşeyey bo bimênêtewe! hemû řojê dana û zana û twanay memleketî ko ekirdewe û ekewtine řawêjkirdin, ewan eyanut: qeza û qedre nagêřêtewe! em eyut: ebê bîgêřmewe! bem core şeş sałî řebeq tê peřî û pê niraye sałî ḧewtemîn.
înca padşa hênay le deştêkî pan û firawanî wekû deştî «sernoy» da fermanî da hemû xołî deştekeyan ta qułayî çwar gez hełkołî û xołekeyan fiřê da, şwênekeyan be bilûr û mîna dařiştewe. em deşte heta çaw karî ekird, bem corey lê kira, paş ewe hênayan le naweřastî deştekeda çwar kołekey zor estûrî zor dirêjyan her le bilûr û mîna dařişt û birdyan be ’asmana. çwar zincîrî estûrî bilûryan hêna legeł «ket»êkî gewrey dařjawî be toraẍî bilûr. emeyan bemcore hemû amade kird û her çî tîrendaz û tîrbedestî memleket bû ko bûnewe û çaweřêy wext û se’at bûn, estêrekanyan egirt. ḧisabî estêre way geyandibû le padşa, eger le fiłane deqîqe û sa’ata ew kuře biparêzî û mar pêwey neda, îtir qeyraneke beser eçê û hezar sał le dinyada emênê. wext nizîk bowe heta řojî qeyran, inca kuřeyan hêna û qutyan kirdewe û xistyane naw ketekewe, zincîre kanyan hêna serî zincîrekanyan şetek da be yekê lew kołeke bilûrekanewe, serekey keyan best be pêçkey ketewe û řayan kêşa, ket berz bowe çû le naweřastî ’asmanewe řawesta, tîrendazan û tîrbedestan hemû xoyan řût kirdewe û tîr le kewana û her yek û dû çawyan pêwe bûbû be çwar çaw û seyrî emla û ewlayan ekird, em hemû îşeyan bo ewe kird ke newek mar peyda bibê ya kitupiř xoy le şwênê ya le cilubergî yekêka ḧeşar dabê.
wirde wirde wextî qeyran her ehat û nizîk ebowe û mar le hîç layekewe dyar nebû, xo eger marî hemû dunyaş ko bibwayewe lewane nebû bitwanê biga bew kuře, padşa û ehlî memleket kewtine xoşî xoşî û diłetepî xoşîkirdinewe, çunke qeyran her zor kemî mawe û mar le hîç layekewe dyar nîye. hate ser ewe ke nîw deqîqey mawe bo bûnî řetbûnî qeyraneke, kitupiř le dûrewe seyryan kird wa «ḧacî leqleq»êk řûbeřûy keteke hat û marêkî be demeweye! tîr’endazan û kutek bedestan û hemû ’alem şiłejan, nałe û newa le cergî felekewe berz bowe! tîr’endazan kewtine tîrhawîştin, tîryan hawîşt bo marekey, ke be demyeweyetî, tîr hîç serî nekird, be haje haj çû, nûsa be gerûy «ḧacî leqleq»ewe! ḧacî leqleq marî le dem berbowe mar kewte naw ketekewe û day be kuřekewe û kuřeke mird!!
pêkenî bewey ke gwaya wîstyan qeder bigêřnewe, aferînîşî kird lew tîrendazey ke çon twanî lew ’asmanewe ew tîrey ser neka û bida le gerûy ew «ḧacî leqleq»e.