pyawêk hebû sey ’ewlqadrî naw bû xełkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  521 Dîtin

pyawêk hebû «sey ’ewlqadir»y naw bû xełkî ew wiłatî dizeyye bû. sałêk hatbuwe beẍda, bo îmametî leşkir, kuřêkî tirîş le beẍda hebû, dukanî boyaẍçîyetî hebû, ewîş her «sey ’ewlqadir»y naw bû, nexwêndewar bû û xetî řeş û sipî lêk cya ne’ekirdewe, legeł ew sey ’ewlqadrey tir, nasrawyan hebû. řojêk posteçî kaẍezêk dênî, ke le serekey nûsrabû «mewlana seyd ’ebdulqadir» eyda be dest ew sey ’ewlqadrî boyaẍçîyewe, emîş qaqezeke eda be yekê boy bixiwênêtewe, paşan seyr eka ewî le qaqezekeda nûsrawe peywendîyekî bewewe nîye, zanî ke eme hî sey ’ewlqadrekey tire, qaqez heł’egrê û ke seyd eçête lay qaqezekey edatê. seyd, ke seyr eka qaqezekey hełpiçřawe, pêy ełê: lo em qaqezet hełpiçřye? ewîş pêy ełê: «to xot ezanî min nexwêndewarim, posteçîyeke hênay bo min û minîş nawim sey ’ewlqadre, lam wa bû hî mine, dam be yekê boy xwêndimewe, paşan zanîm hî min nîye û hî toye, îtir min çuzanim.» ewîş ełê: «ku nazanît hî to nîye, mirdît mirê! to nabê eqirit bibê, axir ku lo to denûsin «mewlana»? to key mewlanay bwîte? to xot û mewlana lêk nakeytewe?!»