ełê şeytan carêk lew berkêwe tûşî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  659 Dîtin

ełê şeytan carêk lewber kêwe tûşî kabrayekî «bêserî» bû, pêy wit: nayeyt tozê demeteqê bikeyn? kabra witî: ba bîkeyn. şeytan zor şeket bû û gelê sûřabowe be kabray wit: bira ba yektir hełbigrîn. kabra witî: başe, bełam mercekeman çon bê? şeytan witî: qiseket başe, to min hełgire û dest ekem be goranî. heta heç goranîyek ezanim eyłêm, ke hîç nema da’ebezim û to swar be, toş dest bike be goranî witin xot ta dwayî dê ew wexte toş dabeze!

kabra witî: başe û milî bo danewand û witî: were biçore ser qeładoşkanim. şeytan swar bû destî kird be goranî witin, maweyek bemcore sûřanewe, ahengekey hemû wit û paşan westa kabra witî: ewe boç dengit naye? witî: «wełła îtir hîç nema» witî: ke wate dabeze norey mine.

şeytan dabezî û kabra çûwe ser şanî û destî kird be goranî witin: «ḧeywilanê, hey ḧeywilanê ḧeywilanê, hey ḧeywilanê.» her witî û her nebřayewe! şeytan be tewawî pirzey lê biřa, ḧew car dewrî dinyay dayewe. «ḧeywilanê» her dwayî nehat! witî: erê ewe to çît kird? em goranîye her dwayî nehat?! kabray kurde witî: le kwête, eme carê ewe her «ḧeywilanê»ye, tiřḧêw, tiřḧêwekey hêşta le dwaweye! şeytan witî: kake ne le min deng û ne le to deng were dabeze û biço be řêy xotewe, leme zyatir îtir memgê, îşim zore, ’alem û zařołekanim bê‌xawen mawnetewe!