kabrayekî xełkî zaxe bo kar û kasbî řêy...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  603 Dîtin

kabrayekî xełkî «zaxe» bo kar û kasbî řêy ekewête estembuł, ke eçête naw şar, hîlak û mandû û perêşan ebê, leber germa û birsêtî be carê ewendey tir pekî ekewê, be naçarî le bin sêberî dîwarêkî berza xoy da be ’erza û lêy kewt, kabraş gałtey legeł ne’ekira, kełemêrêkî kełegetî sûr û sipî nawşan pan, bazoł badraw, bełam hejarîyekey serî lê têk dabû.

çawî çuwe xew û neçû, yekê be turkî bangî kird: xanim dawat eka. tumez em ke le bin dîwarekeda kewtuwe xanmî ew małe le pencerewe çawî pê kewtuwe û nardûye be şwênya, kabra hesta û řoyşit, ke çuwe serewe bo xizmet xanim, xanim be tewawî çuwe diłyewe û pêy wit: řengibê taze le řêwe hatbît û birsît bê. nardî nanyan bo hêna û emca nardye ḧemam ke xoy bişwa, destê cil û bergî nwêy poşîbû, bû be paşazadeyek ke hatewe bo xizmet xanim û xanim çawî pêkewt îtir be tewawî şîftey bû, şermî lê hełgîra û bangî kirde tenîşt xoyewe.

ewnde hebû, kabra leber ewey ta ew wexte hîç şitêkî nedîbû, le nawkî jiney tund kird û xerîk bû sikî kun bika, jineş le jêrewe her hawarî ekird be turkî eyut: «wiłan eşaẍe, wiłan eşaẍe». wate bo xwarewe bo xwarewe, kabraş ney’ezanî eşaẍe çîye, lay wa bû wişey eşaẍe yanî «başe», her xoy pya eda û eyut: «xanim xwa neywiřê û lêt wezya ka giştî her eşaẍes».