kabrayek hebû le sine şêx teymûrî naw...
kabrayek hebû le sine «şêx teymûr»y naw bû, em şêx teymûre pyawêkî gałteçî û qise qut bû, dîwexangêřî xesrewxanî kuřî amanełłaxanî walî û mûçexorî walîy erdełan bû, goya em «şêx teymûr»e destî paşbazî hebuwe legeł şêx jinya!, leber eme jinekey heł’esê eçête lay «mah şeref xanim» xanmî jinî xesrewxan, şikatî lê eka, mah şeref xanmîş bangî eka û gelê qisey pê ełê û le encama şarbederîşî eka, şêx îtir çarî namênî piř û piryaskey xoy çî ebê lenaw mała, koy ekatewe eyxate takî xurcêk û eyxate ser gwêdrêjêk û lêy eda le şar eçête derewe, ta bizanê bełkû xwa derûyekî lê ekatewe.
dyare xurceke leber ewey laseng ebê, leser piştî kereke řanawestê, şêxîş xêra xêra her eyxatewe serî û be destîyewe be hîlak eçê! mah şeref xanim le pencerewe çawî lê ebê, zor be layewe seyr ebê, bangî lê eka ełê: şêx teymûr to şêt bûyt, çon em şitumekane exeyte yek tay xurcekewe? nazanî laseng ebê û řanawestê? bîxere her dû takekeyewe ta nekewê. şêx ełê: xanim nazanim quřî kwê bikem be serma? ey to leser ewey ke xistûmete herdû takekeyewe şarbederit nekirdim?! axir nazanî min leber ewe ke laseng nebê boye wam ekird. îtir mah şeref xanim pê’ekenê û ełê: dek be le’net bî bo xot û wełamit û kirdewet! îtir fermanî da be gêřanewey.