hawřêm nazim

em parçe şî’re le zîndane besamekey makirunîzos şa’îrî têkoşerî yonan «mitlawis lawims» nusîwye û be şêwey nameyek be nehênî nardûyetî bo yekêk le bendîxanekanî turkya bo «nazim ḧîkmet» ke ew deme le zîndane tarîkekey estemûłda buwe.. le wełamî şî’rêkî ke bew şêwe nehênîye boy narduwe -
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 3 Xulek  486 Dîtin
hawřêm nazimNava taybet
bîstim dwênê
daxt bo yonanNava taybetman exward
dwênê, şew bû
katêkî ta biłêy tał bû
daxekey to
xoy kêşa beser singimana
a ew katey ke wa xoman
pêçabuwe zamekanman
peřoman leser la ebird
gwêman egirt
nałey to bû le zîndana
le zîndanî estemûłNava taybeta
ke wa etda be gwêmana
begwêy hemû
zîndanekanî cîhana
êste nazimNava taybet
min etwanim be to biłêm
çermî çolekeye ke cêm
êste nazimNava taybet
ke çîn çîn areq eřêjim
jengî pêwendim eçêjim
min etwanim be to biłêm
lem ser asnî meçekem
hest be destekey to ekem
hest ekem way le gyanma
le qułayî zîndanma
le nakawa
le kotayî ’umrî şewa
nameket bo êre fiřî
wek bałdarêk
lepiř le qefez der peřî
wekû destêk
le şepol serî heł biřî
biřge biřge, be tirs û lerz
xwêndimanewe
leber tirîfey mange şew
em bû swêndî exward
bo ew
ke morekey makirunîzusNava taybet
leser kiraseket biçnîn
nawekey to, wekû yekêk
le cwanemerganî biřwa û
hawřêyanî xoman bênîn
ême lêreda gîrawîn
bê bin mîç û berelłaye
pîs û bogen
tarîkîye û dewrî dawe
le çwar lawe
ewey ke ecûłêtewe
biřbiře piştî westawe
çon şî’reket
twanî řêy xoy bikatewe
le pyaw kuj û
řeşebay sext bew lawe hîç şitî tir
řêy nakewête em nawe
çon şî’reket
boy kira mil binê wawe
ewey emřo
le wiłatekem řûy dawe
ey hawřêkem
le hîç şwênî em dinyaye
lewe pêş wa řûy nedawe
ne ekirê bîgêřînewe
ne ekirê bînûsînewe
tenya ewey be toy ełêm:
minałekan
ewaney ke sedan sałe
tenya bo xoyan giryawin
keçî emřo le naw lank
egrîn bo azarî bawik
wîstim eme be to biłêm
keçî tenanet momekem
serî xemî lar kirdewe û
daye piřmey giryanî xest
êsta ke şewêkî xoşe
sibey şebeq ebêtewe
beyanî zû, lêre û lewê
xor der dekewê
pêwendiman le pê bêtewe
be swarî paporî şadî
be azadî
dêm hetakû to bibînim
danamênim
deste siř řa’eweşênim
toş dêy bo bexêr hatnim
ewsa be wêney dû bira
baweş ekeyn be yektira
wêł ebîn lem ser dinyaye
wek taze ledayk bîn waye
hawřê nazimNava taybet
eger daykekey to mabê
be maçî destî enazim
birat mabê
dawa ekem
nawekey tom pê bibexşê
kuřit hebê
destî enême naw destî
kiçe biçkolekemewe
eger bêt û kest nebê
her kes
ewa minałe turkekan
dayke bê deretanekan
leser tepolke û girdekan
lepişt pencerey kogakan
leserman wişk hełatûn
min û to dû be dû eçîn
legeł dayk û minałanî
wiłatî yonanNava taybety xoman
eyanbînîn
ca pêkewe
swêndî řiq û qînî nesrewt
exoyn: hergîz pê nekenîn
ta hemûman pê ekenîn
goranî ełêyn, ta dwayî
be firmêskî cîhan dênîn
êsteş ey hawřê bimbexşe
werdyanekem lê nizîke
momekeyşim ewa kiz kiz
legeł mirdina xerîke