melayek we’zî eda eyut her kes eger...
melayek we’zî eda eyut: her kes eger bêt û dizî bika, le řojî qyameta xwa tołey lê ekatewe. kabrayek danîştibû gwêy le we’zeke egirt witî: mamosta xwa tołey çî le pyaw ekatewe? min eger dizîyekim kird naçme jêrî ta tołem lê bikatewe, xo be zorîş naysepênê be serma! mamosta witî: wa nîye bawkim, xwa xoy pê ezanê û şayetîş şayetît leser eda û ew wexte ḧukim eda be serta. kabra witî: desa bexwa mamosta êsta min biznêkim dizîwe û xwardûme û kesîş neyzanîwe, îtir ew şayete le kwê dê şayetîm leser eda?! dyare xoyşim nayłêm ewa wekû awî par řoyşit û biřayewe, îtir tołesendinewey çî! mamosta witî: xwa dest û qaç û zimanî xot leser xot eka be şayet û emane dêne qise û şayetît leser eden.
kabra witî: mamosta ca minîş ełêm şayetî emanem qubûł nîye, ełêm emane hemû le dinyada ’ezyetim dawin, êsta řiqyane lêm, boye şayetîm leser eden! mamosta witî: ke to wat wit, xwa bizneket lê zîndû ekatewe û eyhênête ber destit û eyhênête qise û bizneke şayetît leser eda û ełê min biznî fiłane kes bûm û ew pyawe dizîmî! kabraş witî: ê mamosta ke biznekeyan hênaye ber destim, enewm le řîşî û eydemewe xawnekey û ełêm: ha bira ewe xot û bizneket!
mamosta îtir westa û hîç qisey pê nekira!