minîş witim

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  400 Dîtin
pêyan witim: bixorewe, bixorewe, bixorewe
jeng û jarî derûneket bişorewe
heta etwanî be bade
xermanî xefet be ba de
wek ewaney hawzamî ton
sařêj be be şerabî kon
herçî xem û xefet heye
leşkir bê şiksitey meye
herçî hewrî řeş û tałe
pertî des şerabî ałe
herçî ke wa gerdelûl û řeşebaye
gîjełûkey em ser ew serî dinyaye
ledest telîsmî badeda
wijey naye
dengî naye
kewate toş bixorewe, bixorewe, bixorewe
minîş witim: naxomewe, naxomewe, naxomewe
ewaney ke dexonewe
ta xoyan bîr biçêtewe
ta xemyan bîr biçêtewe
lawazin her le konewe
ḧez le hest û jîrî naken
le çeşne badeyek nagen
ke çon le pyałey jîrîya
yek bîne xom exomewe
ta mawim xom exomewe