jinêk bû le îsyawa şewêk dem enête...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 3)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  1012 Dîtin

jinêk bû le «îsyawa», şewêk dem enête kanîyek aw bixiwatewe, be dem awxiwardinekewe «mar»êk eçête naw sikîyewe. herçend emla û ewlayan pê kird hîç kełkî nebû. pyawêk hebû lew dêyeda «nûre»y naw bû, destî ḧekîmîy hebû, ewyan hênaye serî. «nûre» ke çawî pê kewt, witî; min em marey sikî derdênim, bebê ewey afreteke hîçî beser bêt. be endazey dû bere lep goştî nerme lařanî meřêkim bo bênin. goştekeyan bo hêna, zor cwan legeł xwêyawkêkî zor zora sûrî kirdewe û day be afreteke witî: bîxo. kanîyek qełbezey ekird le qerax awayyek, witî: afreteke berne ber ew qełbezeye nizîk be aweke, be afretekey wit ke demî bikatewe, zorî pêneçû mar le tînwana aramî lê biřa û serî le demî afretekewe hênaye derewe, řûbeřûy awekewe, naşga be aweke, zortir heresî pê hełgîra û tînwêtî zorî lê send, wirde wirde ehate derewe û ekşa bo aweke. her ehat û nizîk ebowe le aweke û demîşî ne’egeyştê. ta dwayî be tewawî hate derewe û çuwe ser aweke.

«nûre»ş witî hîç laqey meken. afretekeyan dûr xistewe, mare çuwe ser aweke û têr awî xwardewe. wîstî bigeřêtewe, qurs bûbû ney’etwanî biřwa, be asanî kuştyan.

emca hênay daway mencełê şîrî kird. şîrekeyan bo hêna û be afretekey wit bîxwatewe, afreteke her şîrî exwardewe û be jehrewe hełî ehênayewe, ewendey şîr daye ta îtir hełî nehênayewe.

paş ewe daway «hengiwîn»y kird, hengiwînîşyan bo hêna û be afretekey wit dest bikat be hengiwîn xwardin ta sê řoj afreteke xoy girte hengiwîn û îtir be tewawî çak bowe.