mirov newroz hîwa

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  464 Dîtin
ke asmanekey teqyanûs
hewrî řeşî kirde berî
cirîwey estêrey biřî
enguste çaw
berehêłew lêzmey xuřî
ser be kiław
le cêy baran
merg û xwên û şewî baran
ne be nîweřo xor dyar bû
ne şew estêre bêdar bû
ne hajey tavge û řûbar bû
ne dengî zengî karwan û
ne tirpey pêy řêy řêbwar bû
herçî hebû her sitem bû
her tem û xem her matem bû
herçî hebû, herçî nebû
bo kirnûş û mil keçî bû
bo teqyanûsê ke çawî
ke henawî
ke gyanî, ke çarey, zarî
her biruske û
girmegirmî lê ebarê:
kes nabînim xom ebînim
xway asman û serzemînim
hemû hestin
nwêjî kiřnûş birdinim bo dabbestin
bimperistin
ewî êwe etanewê
min namewê
bełam hemû ew şitaney
min emewê
ebê êweş bitanewê
le werzî beharî mina
bo êwey be koyle xułqaw
lafawî firmêsk heye
diřkî xem û êsk heye
lew şewgare tarîkeşa
ḧewt estêrey cirîwedar
derkewtin, direwşanewe
wek çen gułêkî şanazîy
încaney newroz û behar
be bay baweř geşanewe
ta leber lafawî řeşa
le eşkewtê gîrsanewe
bedem xeyał û endêşe û
xewî man û nemanewe
be gil û pêc û janewe
nûstin û heł nestanewe
eme pêrê
bełam dwênê le zirêbarNava taybet
le wiłatî befir û kej û
nêrgise car
yekêkî key wek teqyanûs
wek ehrîmen, wek ejdehakNava taybet
beser deryay arezuwa
pirdî bo xoy hełbest le lak
le gomî firmêskî çawa
çawî kesas û damawa
meley ekird
ta ewende areq û xwên
firmêskî germî berd twên
narewa řijaye zewî
aw serî kird zemîn newî
text û bextî şay arezû
beşarewe hemûy řoçû
bû be golî zirêbarNava taybetê
şwên hewarê
sehoł û çilûre û şexte û
bestełekî lê ebarê
hetakû bibête nêze
bo çawî hemû zordarê