le ziman hełoyekî birîndarewe

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 4 Xulek  809 Dîtin
meḧwîKes dełêt:
bêstunî ’eşqî şîrînêk wa hatote pêş
ger le ḧeq bêm ya neyem teqlîdî ferhadê ekem
xemekanim hełgirtuwe û
be hewrazî janekanma ser ekewm
be şebeqî zamekanma mil enêm û
enêmewe
leber kiłpey xwêne geşe řijawekem
sirûdî dastanekey xom ełêm û
ełêmewe:
wa bo sed û penca sałe
erxewan û darî jałe
ya gułałe
lem şarî řeşebayeda
têrawî kanyawêkin
lecêgey aw xwênî ałe
silêmanîCih!
qoçekey řojî qurbanî
şarî weyşûme û řeşeba!
lew řojewe hewrî çawî
herdû çamey nalîKes û salimKes
lem wiłatî şarezûrNava taybete
baranêkî řehêłeye û
le xoş kirdinewewe dûre
lew satewe, hełoyekim birîndarim
lem çyawe bo ew çya
xom egêřim ledewrî serî em şare
bê qerarim
nexşekey min
bedestî řawkeranewe
ełêm bo dêwcame lwa
le gîrfanî syasetî em û ewda
ḧeşar dira
sinûrekem
le tarîkî nîweşewa, pêşêl kira
mirov û xak û awekem
le qesabxaney pîlanî dewłetana
le sîverNava taybeta, le lozanNava taybeta
be çeşnî goştî qurbanî
be aşkira
let let kira
dabeş kira
legeł hemû emaneşa
egerçî zerde û pêkirawim
min ew hełoyem hermawim
bo henasey xak û awim
bo nexşe û hêlane û nawim
ger baweř be bûnim nakey
biřo le řeşeba pirse
ew ezanê
minî heło
dirextêkim, ser sextêkim
çî gełay lê hełweranim
çen liq û pelî şikanim
herçî naşê û nakirêye
şyaw kirdî
inca kemê lelay waye
mirdin milim pê keç nakaw
řegekanim be derûnî
xak û awêka řoçûn û
bûne naxî ew řojgar û mêjuwey
lebin naye
baweř be azarim nakey?
biřo le estêre pirse
ew ezanê
- axo çawî şewgarî -
karesatî min
taqe wenewzêkî dîwe:
kê nayzanê?
kê neydîwe, ney bîstuwe
le řojgarêkî řeşa
le eşkewtêkî tołeda
sedan çaw û diłî minyan
wekû pil û puşî payz
leber zeqey çawî mafa
be aşkira
ke agirda
êsteş leçawî mêjuwa
dûkełî ew boçřûke
lew demewe
her mawe xoy exwatewe
ne min û to exwatewe
kê nayzanê?
kê ney dîwe, ney bîstuwe
le parçe cergêkî tira
estêre geşeyek hełhat
bo newroz û bo beharî
baranêkî sewz barî
bedem weştî beyanewe
hezaran guł geşanewe
sedan kwêrekanî xulyaw
hîway berz jyanewe
ta pełe hewrêkî çiłkin
wek jehrî marêkî řiqin
le asmanî řoj’awawe
pelepel geyye em nawe
kirdî be girme û lafawê
be biruske û be gêjawê
herçî hebû, estêre, guł
kanî, newroz, şiney şemał
xulya, xeyał
hemûy kirdin be koy zûxał
şîrînî lê kirdim betał
ta le asoy mihabata
wextebû birînekanim
sařêj bibin be komarê
ca bibmewe bew hełoyey
piř be gerûy em dinyaye
hawar bikem
biçrîkênim
bizrîkênim
minîş wekû êwe hem û
xoşewîstî zorim pêye
hîway corbecorim pêye
diłêkî wek xorim pêye
keçî diłopê deng nîye
le baranî dengekana
biłê waye
lêreş berazî belese
řewe gurgî perwerdey qîn
diřinde mirov xorekan
şifre û kełbey xełtanî xwên
komarî kirdibê ser û şwên
lew saşewe minî heło
- minî goşkirawî çyay -
gerdin berz û lutkedarim
be asmanî fiřînewe
lêre û lewê
her karwanî koç ebînim
qoç û pirsey qoç ebînim
kanî û karêz û serçawe
ebînim bê nazî awe
estêrey dê ekujêtewe
mîwey saway sersingî dar
tînuwe û ber’ebêtewe
bax be giřî dozexî tał
seranser bote ax û dax
ne kes ełê nawit heye
ne xak û ne awit heye
ne mêjuwe û nenîştiman
ne berdekêlî nawnîşan
bo řetan û sitem nebê
kes bîrî nakewînewe
leser diłî bê diłekan
xemêkîn nařewînewe
minî heło
le parçekanî cigerma,
em janane dên û eçin
her pêç exon û lûl ebin
çawêkin le gil nakewn
azarêkin hîç naxewn
bełam êmey tuxim heło
êmey çya serberzekan
goşî azar û janekan
hîç be kuřnûşî namrîn
be derdî xwayî namrîn
minî heło
bem asmane berzemewe
bo xom û bo hêlanekem
bo kurd û kurdistanekem
çawim biřîwete aso
çawim biřîwete aso