ke şar giř edrê giř egrê

pêşkeşe be kak hêmnî hawřê û şa’îr
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  464 Dîtin
ke minał bûm
le karwanêkî şewřewa
bawkî minîş řêbwarê bû
bo şarekey bane eçû
bepêy bełênêkî kirçî
pełpim lê girt
bim ba legeł ew karwane
bo şare konekey bane
***
- ne’, ne’, meye to minałî
to xelfêkî taze saway
şew dirêje û řêman sexte
zistan etsûtênê şexte
biřo dwawe
seferî keman zor mawe
- nexêr, nexêr, nařomewe
min her em karwanem ewê
her em řêgaw banem ewê
geştî em zistanem ewê
her şarekey banem ewê
***
her řoyştim
pêm na be gił û be jana
be areq û be firmêsk û
xwên û kospî řêgaw bana
her řoyştim
legeł karwana geyştim
demew êwareyek direng
xamoşîy xoy geyande zeng
ke geyştim
pê yan witim:
dwa menziłe
eme şarekey baneye
ew baneyey
be esḧabe kuj nasrawe
ew baneyey
ke wa çen carê sûtawe
ta serlenwê
xoy, xoy binyat binêtewe
bo sûtanî ke
hengaw hełbigrêtewe
ta bo dwacar
wekû dirextêkî pîroz
bijêtewew
bibřay bibřay nemrêtewe
***
êstaş herçen bîrewerîm
herçen çawî endêşe û bîr
jan ekat û
řehêłey gil ebarênê
ew karwanem leber çawe
çon be jîlemoy azara
nekû her lelayekewe
le zor lawe
leşî xiłtanî xwênawe
be hewrazî wek dozexa
ser ekewê
ekewê û heł estêtewe
ekewê egeřêtewe
ekewê û bo pêşewe her
eçêtewe
bo sêberî ew dirextey
ke pîroze û ejêtewe
ejêtewe