karwan

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  809 Dîtin
karwanî ser řêgey xebat
hezaran sałe bê wiçan
bê sirewtin, bê pişudan
řêge ebřê
tê epeřê
hengaw enê berew awat
berew qonaẍî azadî
bujînî piř geşey şadî
ew karwane be řoj û şew
ledu çawî ḧerame xew
řêga win bwî şewezenge
bełam gwêy le dengî zenge
le tarîkî
bo řûnakî
eşêlê kend û kospî řê
naw cergî tarîkî edřê
berew aso, berew gizing
hewrazî berdemî ebřê
lew řojewe kewtote řê
ew karwane her lêy edrê
hezaran car
destî zordar
qełay leber dema hełbest
- qełay derga û dîwar asin -
zincîrî xiste qaç û dest
tewqî zilî kirde gerdin
bełam ke şanî řaweşan
kawane gewrey têkoşan
derga û dîwarî hełtekan
qef qef zincîrî têk şikan
herçen řêgay sext û dûre
leber çiqił şwên pêy sûre
lêre û lewê ke derkewê
çete û řêgir dewrî dawe
karwan xiłtanî xoynawe
bełam bê tirs û bê perwa
mil enê bo qonax erwa
řahatûy řêy sext û dûre
çi derbestî lûrelûre
xwên erêjê
leş enêjê
le serkewtin pişt estûre