serlenwê

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  417 Dîtin
serlenwê dizu řê giru çete
xoyan boseda bo em mîllete
dest piř le’agir
le barût le xwên
dił piř le dax û
dem le bołe û cwên
serlenwê gurgî naw împiryalîst
hełmetî hêna helî kewte dest
gurgî birîndar
letawî azar
weku şêt û har
kewte pelamar
serlenwê pepûy koneperistî
şeware kewtûy tîşkî serbestî
bo tołe sendin
kewte qiřandin:
bo ême jîn û
bo êwe mirdin
lenwê çeqełî leř û çaw birsî
le goştî şêrî gewrey epirsî
kewte lûrelûr
biřî řêgay dûr
hate ser sinûr
qepoz bika sûr
bełam ew geley ber şest tîr dira
dilî newesta lenaw agira,
ewxiwêne ałey řijaye ser ’erd
nûsî: serkewtin bo gelî neberd
bo em wiłate
zor gyan xełate
jyan pîrozî
řêgay xebate