bisim alilh alirḧimin alirḧîm

Li pirtûka:
Hewargey Diɫan
Berhema:
Seyd Tahîr Haşmî (1915-1991)
 10 Xulek  1343 Dîtin

paş sipasî xawên le naxî diłewe bo xuday gewre û dirûdî be dił û gyan bo gewretrînî pêẍemberan «miḧimd mistifî» û ehlî beytî xoşewîstî ew «silwat alle û silame ’ilîhim acmi’în» .

be pêwîst ezanim le seretay em komełe şê’rey xomewe ke ewa be xwêneranî azîz pêşkeşî ekem, hêndê le beserhatî jyanî xom binûsim.

min ledaykibûy binemałeyêk le sadatî «ḧisînî» m. silsiley nesebî ême egate «sîd şîx ’îsî berzincî» - silsiley sadatî berzincî be zoryetî xełq le hemû silsilekanî tir zortir û eban tirin, be taybet le kurdistanî êran û ’êraq û turkya. binemałey ême le ber ewe ke ceddî pêncemim «sîd şîx risul» y dûhem le gundî sołe ke êsta le ser naḧyey qeredaẍ û tab’î qezay silêmanîyeye danîştuwe, pêman ełên «sołeyî».

bapîrî min «şîx risul» y sołeyî berzincî le xulî paşayetî «miḧimd شاە qacar» û le dewruberî sałî hezar û dû sed û çil û ḧewtî koçî mangî le dêy sołey qeredaẍ barî kirduwe hatuwete êran û le mełbendî cwanřoda danîştuwe padşa û walî kurdistan û ḧakmî cwanřo, zor řêzyan lê girtuwe û ewpeřî pyawetyan le geł nwanduwe.

lew ḧeleda ajawey nêw kuřanî «’ibdalirḧimin paşa» y baban ḧakmî kurdistanî ’êraq - ke ser’encam her ew ajaweye bû be hoy řûxanî binemałey baban û îşyan le des derçû - be ew peřî sextî geyştibû, ta ewcê ke bo biřêk pyawanî xawen şeref jîwar lew dewrubereda bûbû be kekire. bem bonewe çend kes le pyawanî mełbendekanî nizîk be silêmanî berew êran baryan kird, bapîrî minîş «şîx risul», yekê lewaneye.

şwênî ledaykibûnim awayî «dewłet awa» ye le nawçey řwanserî şaristanî pawey kirmaşan. bawkim «sîd qîdar haşmî sîd aldule» kuřî «sîd ’ibdalqadir alḧisînî» sołeyî berzincî kuřî «sîd şîx risul alḧisînî» sołeyî berzincîye. em sê şexse xwa lêyan xoş bêt merqedyan le «dewłet awa» da zyaretgay musłimanane. ḧezretî «şêx me’rûfî nodê» şecerey binemałey sadatî sołeyî le bapîrmewe «şîx risul» y dewłet awa kirduwe be şê’ir - esłî xetekey şêx me’rûf be lay mineweye mamosta «mila ’ibdalkirîm midirs» le kitêbî «binemałey zanyaran» da hênawyetî.

daykim nêwî «axtirxanim» e kiçî «fitaḧ bîg sirdar akirim» le begzadekanî tayfey wełe begîye ke xoy ře’îsî ew tayfe buwe.

«sirdar akirim» û kuřanî lenêw cafî cwanřoda be kuř azayî û deławerî nawbangyan heye.

hêşta wam lê nehatbû ke bangî daykim bikem û biłêm: daye gyan, daykim be řeḧmet řoyî. min mamewe û bawkêkî zor be řeḧim û xawen bexşîş ke hemû çeşne teqelayekî bo berzyetî min - be taybet boxwêndewarî min eda.

řojêk dest û pê xizmekanman wityan tahir le mangî «zî aliḧcey 1332» koçî mangî da le dayk buwe û ewa êsta katî ewey hatuwete pêşewe ke bo xwêndewarî řewaney małî mamosta bikirdirêt - nazanim mêjûy temenî minyan be řastî dezanî yaxud diłyan be dango û kişmîş xwardinewe bû ew ḧele ke pyawî dewłemend mindałî enaye xwêndin şîrînî û şitî xwardinî tir biław dekirayewe û herweha xêr û xêratî zorîşyan dekird - lam waye yekê le řojekanî sałî 1337 koçî mangî bû be heytuhûtêkî zorewe bo xwêndin birdimyan bo małî mamosta - hełbet małî mamostaş le dewłet awa û mudeřřîsî dewłet awa bû medresey dînîy dewłet awa ke êstaş mela û feqê lêy behre degirin le sałî 1271 koçîy mangî bapîrim «ḧizirit şîx risul» day mezranduwe. bawbapîrî min katî xoyan legeł zîndû řagirtinî sunnetî sinyey miḧmidî mistifî da silî alilh ’ilîh û alh û silim beser ebird û zorîş xoyan lew medresaneda dersyan wituwetewe betaybet «şîx silêman»y yekem ke le gewretrîn zanayanî ew çerxe buwe û be dirêjîy jyanî le medresekey xoyda le «awekełe» nizîk be silêmanî tedrîsî ’îlmekanî kirduwe û eḧkamî dînî biław kirduwetewe. - bełam ew mindałaney ke le temenî minda enrane xwêndin be lay mamostajnewe dersyan exwênd mamosta «şêx marf» û mamostajin «xatûn meryem» xwayan lê xoş bêt le seydekanî berzincî «lon» y kamêran bûn. min lew kateda mindałêkî bê dayk bûm û ewendey gewreyî û newaziş ke lew jine gewreyem bînî kes le daykî xoy naybînê. eyfermû be pênc mang qur’anim pê xetim kirdûy xway lê xoş bêt. dway xetmî qur’an mamosta be xete cwanekey xoy çend şê’rî bo nûsîm ke leberî bikem şê’rêkyan eme bû:

’amil andir niḧu sid başd çinîn firmude astFarsî
şîx ’ibdalqahir circanî an mird xidayFarsî

bełam em xwêndine zor dirêjey nebû. le mange şewî «miḧirim»y sałî 1340y koçîda hordûy ’eşayer hêrşyan kirde ser gundekanî bawkima û be tewawî tałan û sîrusoz kirayn. pênc hezar swarey ’eşayer hemûy dêyekanyan sûtand û xełkyan pirj û biław kirdewe. êmeş derbeder kewtîn bawkim birdimanî bo horîn û şêxan małî «’isman» begî şeref badînî ke xizmî nizîkman bû. hurdûy tałan kerîş ta sinûr le dûman hat û ta nawçey zehab û ’eşîrey tayîşeyî tałan kird û sûtandserokayetîy em hurdûy gewreye xwalêxoşbû serdar řeşîdî erdełan û serdar nasrî yencabî bûn. ke lew kateda lenêwan ewan û «sîdaldulh»da beyninaxoşî bû.. horîn û şêxan kurdistanî ew dîw bû û ’êraqîş ew kate «tiḧit alḧimaye» y îngilîz. bem core îtir neyantiwanî bên û geřanewe.

lem hêrşeda mał û darayekî zorîş ke hî «’ilî akbir xan sirdar miqtidir»y sencabî bû tałan kira. «’ilî akbir xan»y sencabî le azadîxwazanî meşrûte bû. lew kateyda desteser û teb’îd kirabuwe taran małekey dabûye des bawkim ke cige le xoy bayî dirawêkî be des kesewe nedat.

bawkim xêzanekey le mał «’isman» beg dana û xoy û dû biray gewrem ke taze pê geyştibûn «sîd wicye aldîn» û «sîd ’ilî» û pyawekanî berew «sołe» û «çirçe qeła» kewte řê. ew kate şêx û gewrey sadatî sołeyî «ḧizirtî qitib al’arfîn şîx ḧisîn» y çirçe qeła bû. şêx «ḧisîn» pûrzay bawkim bûw le neteweyşewe be şeş pişt egeyştine yektir. em pyawe gewreye ke xeberî hatnî bawkimî bîstibû, - cige le xoy le ber pîrî - hemû kuř û biraza û xizmekanî nardibuwe pîrî bawkim.

carî dûhem ya sêhem bû ke bawkim bo sołe eçû minîşî le geł xoya bird û le temenî mindałî řa be dîdarî mubarekî şêx nayl bûm.

bawkim minî bird lewê bixiwênim bełam nemxiwênd.

le axir û oxrî sałî 1341 mangîda îme le seferî çepaw geřaynewe bo dewłet awa (beharî 1342).

le sałî 1347 koçî mangîda bawkim xwalîxoşbû mamosta mela «miḧimd riḧîm»y sineyî be mûdeřřîsî hênaye dewlet awa û, minîş paş ḧewt sał dûrî le mekteb le xizmetya xwêndinim des pê kird. le bîrim dê şazde sałêkim hebû şê’rî farsî û kurdîm degut û bu řêkupîkî û hełsengandin pîşanî mamostam eda, ewîş şê’irkanmî řêk dekird û le şê’ir û edebyatda zor hanî edam.

her lew sałaneda şagirdîy xwalîxoşbû kakim «sîd ûجیەالدین»m dekird, kakim le zîrekî û qiseřêkxistin û şa’îrîda wêney nebû û sebaret be mana û wezin û řîşey qisey cwan şitî zorî pîşan dam.

zor dirêjey nedeynî defterîkî dûsed peřeyîm kiřî û le temenî bîst sałîda destim kird be kokirdinewey şê’rekanim. ẍezelyatî zorî farsî têdaye û ẍezel ẍezelêkîş kurdî. şê’rî ta sałî 1316 hetawîm lew deftereda êstaş mawe.

sałî 1318 hetawî, heşt sał bû bawkim û kakim «sîd’ilî» û dîkey gewreyanî ’eşîretekan le bendî «رزاشاە» da esîr bûn, hatme kirmaşan û le bankî «kişawirzî»da damezram. le kirmaşan le xizmet mamostay zor zanyar û gewrey nenasrawî kurd «bidî’ alziman mihî firhî» kuřî mîrza «’ibdalimcîd micdalmimalk» sineyî destim be xwêndin kird takû ewyan neqił kird bo taran (lelayen îdarekeyewe).

lew serdemeda hawsal û hawdemim xwalêxoşbû mamosta baba merdoxî řoḧanî bû. le xizmet xwalêxoşbû mamosta mela «fîz alle»y esłen doławî mûdeřîsî «koredere»yişda çendêk dersim xwênd be řastî ’almêkî gewre bû şê’rî kurdî û farsî û ’erebîşî çak degut.

ew ḧele ke le kirmaşan bûm taze govarî gelawêj be serokayetî mamosta «’ila’ aldîn sicadî» biław debuwewe xwalêxoşbû «abrahîm nadrî» hem govarî gelawêjî bo min dehêna û hem witarekanî minî egeyande gelawêj ew kesaney ke witarman le kirmaşanewe eçû min bûm û dostêkî kelhoř be nawî «yidalle riza’î» ke ew leser lehcey kelhořî deynûsî, le sineşewe «nasirxanî azadpur» ke be lehcey soranî deynûsî. bem core heweł car şê’rî min le gelawêjda biław kirayewe.

le sałî 1322 hetawî wazim le «karmindî» hêna û çûmewe bo dewłet awa û îtir lewê bûm ta sałekanî 1349 yam 50 . lem sałane bedwawe hawînan le dewłet awa dadenîştim û zistanan le kirmaşan û her lem sałaneda destim kird be birnamenûsîn û hawkarî degeł beşî kurdî řadyoy kirmaşan. giringitrîn û zor bîsertirînî ew witarane ke le řadyo biław dekirayewe «hewargey diłan» bû. hewargey diłan le sê beş pexşan û sê beş şê’ir pêk dehat.

ew sê qet’e şê’re ke le bernamey hewargey diłanda emhênan biřê car hersêkî hełbestî xom bûn, biřê carîş le şê’rî mamostayanî şê’ir û edeb, wekû: mewlewî, bêsaranî, welî dîwane, nalî, meḧwî... hitid. hełm debjardin, pexşanekeş sebaret be şê’reke bû û legeł şê’rekanda des lemil.

cige le hewargey diłan hîndîkî zorîş witarim sebaret be şê’ir û edeb û tarîx denûsî û biław dekirayewe.

êsta be yarîy xuday gewre û mezin şê’re kurdîyekanim le pêş çawî êwe edebdostanî kurde.

birig sibzî ast tiḧfe dirwîşFarsî
çe kind bînwa himîn dardFarsî