birdimanewe yan ne’?

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 4)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 4 Xulek  778 Dîtin

sałî 1957 bû; bergî yekemî «řiştey mirwarî» derçû. lew bergeda le seretakeya witim em berge der’eçê zor kes ekewne teqekirdin, bełam le encama wa namênê û nirxî ezanrê. zorî pêneçû her lew sałeda bergî duwemîşî derçû. bergî sêyemî le sałî 1958da hat be şwênya. îtir her lew sałeda dezgay ’êraq gořa û dewr û dûkanêkîtir hate pêşewe. her dû qiseke hatedî; qisey yekem ke zor kes kewtine teqe û destyan kird be řexnegirtin, bełam bereket da min hîç gwêm nedaye.

berebere qisekem bwewe û way lêhat ewaney ke zor le dijî bûn, be dizîyewe daway xwêndineweyan kird! înca kewte dewrî nirx derkewtin û nirx zanînekey; seyrim ekird ewaney ke le seretawe zor řexneyan lê egirt, ewane zyatir be arezû bûn bo xwêndinewey û bo derçûnî bergî tirî!

emeş leber çî bû? dyare ew desteye ke ew bêzarîyeyan le şitî wada der’ebřî, desteyekî xwêndewarî têgeyştû bûn. le baweřî ew řojey ewana, be layanewe wabû nabê em core şitane bikewne ser qaqez û bikewne berdemî hemû kesêkewe. le paşa her ew core desteye xoyan le xoyanewe boyan derkewt ke eme edebe û kelepûrî edebî êmeye, nabê seryan tyabçê û lenaw biçin. le řûy em baweřewe ewan gelê zyatir be şwên berge çap nekirawekanî tirya esûřanewe! ke geyştine em şwêne baweřî her dû laman yekî girtewe ke emane edebî netewekemane û ebê bimênnewe. bełam ’aferem bo xom ke kołim neda û pałim be twancewe na ta legeł ewana bûyn be yek. o! xozget pê wê qisey par egêřîtewe. ewende hebû le mawey em heşt no de sałeda her řoje sazêk û her deme awazêk peyda ebû. ew saz û awazeye serî le destey duwem têkdabû, way lê kirdibûn ew sozey ke sereta bo xwêndinewey şitî wa heyanbû. ew soze be bałay şitî tirewe ała bû. bere bere boyan derkewt ke ew şitane hemû pilupûşin û «ba» eyanba; wekû birdinî, înca ewanîş geřanewe bo şite binaẍeyyeke; bo ew şite ke êmeş neteweyekîn û hemû core edeb û folkilorêkman heye, ew edeb û folkiloreman eger xoyşiman biřoyn, ewan emênnewe. ke ewan manewe, manewey ewan manewey xomane; çunke neteweyek eger bîr û baweř û zimanekey kewte ser qaqez û kewte berçaw, ew neteweye lenawçûnî nabêt, ba be hezaran tawêrîş biplîşênrêtewe!

leber em şitane û leber ew hemû řûlênane ke řûyan lê enam, be taybetî lem mawey dwayyeda bo le çapdanî bergekanî tirî em kitêbe ewa minîş pałim na bew dîwaranewe ke ehatne serim û řêgakem saf kird û kewtime meydanî leçapdanî bergekanî tirî řiştey mirwarî.

carêk le medresey turcanîzadekan feqêyek hebû le lay mela ’elî gewre xwêndibûy. mela ’elî ’emrî xwa eka û mela ḧemeḧesenî kuřî le cêgakey da’enîşê. kake feqê le lay ewîş exwênê. mela ḧemeḧesen jin dênê û kuřêkî ebê; kuřeke mindał ebê, řojêk eyben bo ḧucrey feqêyekan, kake feqê piłtokêk eda beser wirgî mindałekeda û ełê: im! wirge eger nemrîn lay toyş exwênîn. êste minîş: im! wirge eger nemrîn gelê bergî tirî em kitêbe exwênîtewe!

ebê eweş bizanîn ke erkî çapîş le çaw ew sałaneda yekawyek zyadî kirduwe.