sereta

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 5)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 5 Xulek  1029 Dîtin

le her tełe, awazêk û le her saze, nyazêk!

řojan řojî le dwaye, řoj eřwa û mang dêt, mang eřwa û sał dên. xozge bew řojane ke her řojêkî wekû mangêk bû, ay bo ew manganey ke her mangêkî wekû sałêk bû kuře çon qisey wa ekey? xo ełên řojî naxoşî be mangêke û mangêkî be sałêk!

eme ełên, bełam be dînit řojanî mindałî řojî naxoşî bûn? ke le beyanîyewe ta nîweřo wekû sałêk bû. xo le beyanîyewe êwarê her nedehat!

o! xozget bê bewey qisey par egêřîtewe!

bira! ne mindałî û ne gewreyî! řojêk îşêkit têdakird, ewe gelê bekełkitre le sałêk ke hîç îşêkî têdanekeyt.

ba bêyne ser «řiştey mirwarî». eme bergî pêncemî řiştey mirwarîye leber destaye, bergî yekem û duwem le sałî 1957da çap kiran, hî sêyem le sałî 1958 da, hî çwarem le sałî 1969da emeyan (pêncem) ber sałî 1972 kewt.

ta sałî 1972 gelê perde gořa û gelê çeşne dêwcame hełdirayewe. le mawey em şanze sałeda axo çend core destikirdî pîşesazî hatote pêşewe? axo çend core şořş gêřrabê? her yeke şitêk! axo çend keştî berbûbêtewe bo mang û bo estêrekanî tir? keçî xałoy řêbwar ełê:

«mamosta taze ełê ewa řiştey mirwarî?! we taze egeřêtewe bo gêřanewey nawêk ke nawî «řiştey mirwarî»ye û şanze sał lemew pêştir em nawe danra yaxwa nawdar bê û be nazî dayk û bawik gewre bê! yaxwa ew qełeme û ew zimanet neřzê û neswê. qisey xot bike û berdî xot bihawêje min be to û to be xwa!

lem řuwewe ke mamosta û to we ya min û to, herdûkman le neteweyekîn ke kurdîn, ewe gumanî tyanîye hawbeşîn le hemû ew şitaneda ke lejêr xêwetî netewayetî daye û minîş kewate legełtim bo ew qisanet, bełam lelayekî tirewe řeng bê tozê le yek dabřêyn! min ełêm netewe katê pêy exate meydanî netewayetîyewe ke zimanêk û edebêkî hebêt. we edebîş her ewe nîye ke nûsraw û honraweyek bê kewtibête jêr perdey me’nayekî řeqewe, bełkû beşêkî zor le edeb ew edebe folkiloryanen ke be zimanêkî sade û sawîlke witrawin û ewtirên. emanen ke betewawî zimaneke der’ebiřn û pitewî ekenewe, ger ew zimane aşkira û bêperdeye neyete meydanewe cewherî edebî řasteqîney ew zimane nakewête řû û dernakewê.

eger le lapeřey řabirdûy mêjûy em şitaneda ke êsta ême lebarey ziman û edebewe pêşanî edeyn, berebere lew serdemaneda pêşan bidranaye bêguman êsta azûxeyekî zor têruteselman ebû bo em zimaney xoman û ne’ekewtîne ber pilarî ew twanc û řexnane ke têman û lêman egîrê! bo řastî û nařastîy em qiseyeş her mawe ewser û emserî em şanze sałe bênere pêşewe, leserî şanze sałewe eger yekê řiştey mirwarîy çaw pê bikewtaye wekû fîşeke şête eçû be ’asmana, keçî lemserî şanze sałekewe demî bo eteqênê!

dîsan eyłêmewe ke min weya zanîn biřway waye eger êmey kurd le řojekanî konmana destêkman bo xoman bibirdaye, êste lew pilane têpeřîbûyn û dûr nebû destêkîşman be keştîye asmanîyekewe bigirtaye!

kewabû biray biram! wekû min serim le řexne nekirdotewe toyş serî lê mekerewe, «eger lekîn, gişt çonyekîn!». em zimane, zimanî êmeye; em edebe, edebî êmeye. wa mezane em core şitane taze kûrewe ya lenaw netewekanî tira nîn; zor heye bełam ewan zûtir destyan daye û zûtir piley «’eyb û şûreyî» yan biřîy. êmeş ebê leser ew biřwaye bîn: ta edebe aşkirakanman zîndû nekeynewe natwanîn betewawî bigeyn be cewherî edebî binaẍeyî, edeb -ba řûxsarekeşî cya bê- beranber be netewe le hemû binaẍeyek binaẍetre, le hemû şořşêk şořiştire. her leber eme bû minîş lem mawe tozê pan û dirêjeda em şořşî edebîyem xiste nawewe.

a bira, to deng, hîç dête bîrit ew sałe ke le mêrgekey «hewarepan» bîn, meşkeye doman birdibû be nanî herzinewe - xwa neywiřê - kirdibûman be ziłyawpiłyawêk? êsteş her wabzane serujûrekey hewarepane, bînî pêwenê û ta lewpeřîyewe der’eçê wazî lê neyenî. eger carcarîş qise bikey gerdenit her aza wê! toxwa birale û toxwa bûkî berkendiwan toyş gerden min aza ke, eme kurpey gwê agirdane, tûtin û biryag û tûtin dizyag we koy zuxał wê! ba em to bidwênê û toyş ew bidwêne.

îtir xwat legeł to we xêr û min we sełamet, bełam nek sełametekey şêx babe ’elî!