pêşekî

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 7)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 7 Xulek  1222 Dîtin

dû core edeb heye: edebî taybetî, edebî giştî, taybetîyeke hî neteweyekî taybetîye û le cařgey ew neteweyewe dirust ebê, giştîyekeş edebêke, ke hemû neteweyek tyaya hawbeşin. em core edebeyan birîtîye le nukat û qisey betam û ew şitaney ke zaxawî mêşk edenewe. her neteweyek ziman û qełemî biławkirdinewey hebûbêt, lew qisane, ya lew mefhûmaney xistote naw çwarçêwey zimanekey xoy û biławî kirdotewe. ew neteweyeş ke ew ziman û qełemey nebûbêt her wa mawetewe û neytiwanîwe hîç çeşne bizûtneweyek bo xoy dirust bika, tenya ewey bo mawetewe ke boy xwênrawetewe: le fiłane kitêbî fiłane zimanda wa nûsrawe û wa witrawe.

kurd yekêk buwe lew core netewe bêzmanane: xoy hîçî bo ko nekirawetewe bo çapkirdinî be zimanekey xoy, le zimananî tirewe şitî bo xwênrawetewe û ew şitey be hî ewan zanîwe, ba esałetî ew şiteş hî ew bûbêt, bełam leber ewe ke xirawete ser zimanêkî tir û lewewe geřawetewe bo em, be małî ew zimaney zanîwe.

min leser ew baweřem û lam waye řakeşim legeł waqî’daye ke: kurd heta em çerxî dwayye zimanekey nexrawetewe ser lapeřey çap, ew çapey ke lenaw ewda biław botewe ya ’erebî buwe be ḧukmî dîn, ya farsî û hendê carîş turkî buwe be ḧukmî ḧukim, kurdeke eger wîstibêtî şitêk bo xoy binûsê her be yekê lew zimanane buwe. edebî kurdî tenya aşnayetî be edebî ew zimananewe buwe, çunke têkeławîyekey her legeł ewana buwe. edebî ewrûpî be hemû cor bêgane buwe le edeb û zimanî em, çunke em edebî ewrûpîye lem sedey bîstemda tozê lenawya biław botewe, ew hêzey nebuwe (le layen biławbûnewewe) ke kar bikate ser edebekey em, betaybetî edebî fulkilor.

ew zimananey ke witim leber ewey xawenî hêz bûn, le wiłatanî pan û dirêjî jêrdestyana her şitêkyan dîbêt û bîstibêt bew zimananey xoyan guzarşityan lêk dawetewe û şiteke bew zimane biław botewe. yekê lew şwênane ke şit û zimanekey ewanî têda biław botewe wiłatî kurdewarî buwe. gelê şit, gelê edeb, gelê folkilorî ewan xirawnete ser ew zimanane û geřawnetewe bo eman, emanîş wayan zanîwe, ke hî ewane, ke çî le řastîda wekû ayet efermiwê «biza’tina ridit alînaErebî», ya serguzeştêkî kurdî ełê: carêk kabrayekî kurd le hawîna řêy ekewête şarî beẍda, kabray awfiroşî beẍdayî bang eka «may bard», emîş belayewe şitêkî seyr ebê, ełê: bira bikêşe bayîy qiřanêk lew may barde, neyjî kurde pûłî nedîge! zor betasewe eyxiwatewe, seyr eka eme her awe û hîçî tir! ke egeřênewe bo wiłat, lenaw ’eşreta da’enîşê û ełê: kuře, eger çûne beẍda û bangyan kird «may bard» neken bîxonewe, ewe her awe petîyekey lay xomane, ba pûłekeştan lê nesênin!

zorêkî zor le nukat û qise û serguzeştê ke le nawçey kurdewarîyewe dirust buwe leber biławbûnewey ew zimanane le nawçekeda ew serguzeşt û qisane xirawnete ser ew zimanane û kurdeke xwêndûyetewe, witûye le fiłane kitêbî ’erebî, ya farsî, ya turkîda wa ełê û şitekey dawete pał ewan, îtir ewey lebîr çotewe ke eme hî xoyetî û ewan xistûyanete naw zimanî xoyanewe lemyan zewt kirduwe!

min gelê lew kitêbanem xwêndotewe ya zor car bîstûme ke yekêk şitêkî gêřawetewe û witûye eme le fiłane kitêbî farsî ya ’erebîda nûsrawe, ke çî le řastîda şiteke be mefhûmêkî řasteqîne û be corêkî esîl lenaw kurdeke xoyda heye û hebuwe, bełam leber ewe ke zimanî biławkirdinewey nebuwe, nekewtote jêr ew biławbûneweyewe be zimanekey xoy, zimanî tirîş destîyan kirduwe xistûyanete naw zimanî xoyanewe û dawyanete pał xoyan, eme şitêkî tir, netewe ebê hemû şitêkî hebê, kurdîş eger danî pya binên ke neteweye, nabê emîş ewaney nebê, xo eger witraş netewe nîye ewa îtir min hîç qiseyekim namênê!

min le sałî 1957ewe le biławkirdinewe û çapkirdinî řiştey mirwarîdam, lew maweyeweda ta êsta eme bergî ḧewtemîyetî, ew şitaney ke lenaw kurdida hebûn û biławbûnetewe, min kom kirdûnetewe xistûmnete nêwanî dû bergî bergekanî řiştey mirwarîyewe, ew şitaney ke min witûmin hî xom nîn û min nemutûn bełkû kurdeke xoy witûnî û her kurd boy nardûm, ke çî wextî waş buwe bîstûme witûyane: ew fiłane şite ke le řiştey mirwarîda heye le fiłane kitêbî ’erebî ya farsîda heye. min înkarî eme nakem, řeng bê hebê, bełam wekû witim: edebî giştî, hemû neteweyekî dirawsê têyda şerîkin, pêşdestî hî ewan ewe buwe, ke zimanî biławkirdineweyan hebuwe, le êmeyan wergirtuwe û be nawî xoyanewe biławyan kirdotewe, min eme êsta qibûł nakem, şitî xome û be zimanî xom biławî ekemewe, leme zyatir bacdan xwa hełnagrê!

hendê naw le řiştey mirwarîda dêt, řexnegir le edeb, ew nawane eka be gułdestey destî bo řexnegirtin! dîsan min emeş her qibûł nakem, çunke min çonim bîst û çon boyan gêřawmetewe ya boyan nardûm û be nawî kêwe nardûyane, bew terḧe biławî ekemewe, dest le emanet nadem, legeł eweşa min be lamewe waye ew nawane ke ew core qisaneyan kirduwe ya nwanduwe, be lay min û be lay hemû edebperwerêkewe bilîmetîy ewan der’exa, nek paye kemkirdineweyan, bo wêne: yekêkî wek şêx řezay tałebanî honerêk buwe wekû honerekanî tir, ke çî lew řêçkeyey ew û lew îlhamey ewda ne hîç honerêkî tir eygatê, ne min û toyş etwanîn ew fîkiraney ew derîbřîwin, deryanbibřîn! eme lêreda bilîmetîy şêx řeza derkewt, paye nizmî nawekanî řiştey mirwarîş çeşnî semereyan heye.

mecolî xame û mela simaylî kanîskan û ’ezîz beg û sedeha nawî tir belay minewe bilîmet bûn, egîna boç min nazanim wekû ewan biłêm?! netewekanî tir le hemû şitêkî xoyanewe bo qise lêwekirdin dirîẍyan nekirduwe, minîş naykem. eger êsta nirxî ewane nezanrê, mêjûy sibey û dûsbey nirxyan ezanê. dûr nîye hendê şit le řiştey mirwarîda hebê, be çaw hendêkewe biłên ewe çîye wa çap ekirê?! min be lamewe le řûy edebêkî pan û firawanewe, çapkirdinî ewane pêwîstitre, çunke ewan azûxeyekî hemeřengin bo dwařoj.

xało! biço kitêbêkî bêganekan bixiwênewe bizane çîyan kirduwe û çîyan nûsîwe?! her ew nûsîney ewan buwe bo ew şitane ke mêjûyekî gewrey bo dirust kirdûn.