caran lew xware dawakirdinî pêẍemberî bawêkî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  536 Dîtin

caran lew xware dawakirdinî pêẍemberî bawêkî zorî hebû. her kes heł’esta daway pêẍemberî ekird. le sałî 325 hicrî kabrayek řast buwewe witî min pêẍemberim. wityan percot(mu’cîze) çîye? witî her kese kiçêkî cwan ya xuşk ya jinêkî hebê bom bênê min xêra sikî piř ekem. her ew kate kuřêkî cwanî ebê, le bawkî kiçe, ya mêrdî jine, ya le biray xuşkeke eka. ke îş egeyşte êre zor kes eyanut eşenubîla to pêẍemberît.

carêk girtyan û birdyane lay padşa. her çeşnî qisey ekird. pyawêk řast buwewe witî ya pêẍemberî xwa! min ne kiçim heye ne jin û ne xuşk, biznêkim heye bot dênim awsî ke. pêẍember her hesta řast buwewe û wîstî biřwa, wityan bo kwê eçî? witî eçim bo lay cibre’îl pêy ełêm emane tegeyan ewê, îşêkyan be pêẍember nîye. destyan kird be pêkenîn û beřełayan kird.