le dastanî gwê agirdanî kurdîye ełê carêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  669 Dîtin

le dastanî gwê agirdanî kurdîye, ełê:

carêk mam řêwî pêş mela bangidanî beyanî le mał derçû û seyrî kird wa kełeşêrêk be denge cwanekey leser darêk qûqe qûq exwênê. çû be layewe witî ewe bangeket da, were xwarewe ba nwêjekeman be cema’et bikeyn. ewîş witî axir îmam hêşta her nustuwe, ba hestêt ew wexte minîş dêm qametî bo ekem. mam řêwî witî le kwêye ta biçim xeberî kemewe, direnge etirsim nwêjekeman biřwa. kełeşêreke witî ewete le pał ew dareda nustuwe, biço xeberî kewe xêrit ega. mam řêwî çû seyrî kird wa tancîyek lewê nustuwe. her çawî be tancî kewt le tirsana destî kird be tiřkendin û boy derçû. kełeşêreke witî ewe bo kwê eçî? were ba cema’etekeman bikeyn. mam řêwî witî destinwêjekem şika, eçim eyşomewe û dêmewe.