dezanî bo

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  888 Dîtin
min wek to nîm
perit û perêşanim, ko nîm:
danîştûm û ke çî deřom
mirovêkî çen sereřom
derom û ke çî westawim
řêbwarêkî bê hengawim
be hewraza
be nişêwa
hełdegeřêm
dadegeřêm
beřêy xeyała xoş řewtim
kiłpe û giřêkî nesrewtim
berbûmete gyanî bizêw
gyanî bê oqre û aramim
gyanî tamezro û nakamim
dirextêkim
herçî liq û pel û řeg û
gełam heye
cyabûnewe û
bedem řeşebay sextewe
bedem weyşûme û şextewe
dên û deçin leber çawim
be gêjełûkey henawim
min dîwanî şa’îrêkim
ke şîrazey hemû wataw
beyt û parçe şî’rêkî naw
ew dîwane hełweşabê
kêş û qafyey nemabê
deng û řeng û
wirşe û pirşingî çî heye
le tema bê
wek diłope firmêskî
çawî damaw
wişe wişe hełwerîbê
aware bin wek ẍerîbê
şa’îrêkim
çî wişe û derbiřîn heye
herçî wêney şîrîn heye
herçî hest û nestim heye
endêşey hełbestim heye
herçî behrey paraw heye
gułî şî’rî geşaw heye
lêm yaxîn û lêm řencawin
be giřey perîtim jakawin
dezanî bo min wek to nîm,
perit û perêşanim ko nîm?:
«xeber bere bo xizmanim»
«agir berbote xermanim»
naxî xemim hênde qûłe
bûme lerzey hîç xoşyek
- em dinyaye bihejênê -
deryakem naxate cûłe