le dastanî řabirduwe ełê nasrî ’ebbasî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  688 Dîtin

le dastanî řabirduwe ełê:

nasrî ’ebbasî (622-575 hîcrî) katê ke xezne û samanî ’azêdî fatmî (567-555 hîcrî) kewte berdest û dagîrî kird, tepłêk le jûrekey ’azda bû, ewîşyan hêna. kabrayek tepłekey hełgirt û destî kird be lêdanî, kabra kewte tiřkendin. xełkeke destyan kird be pêkenîn pêy, yekêkî tir hełîgirt ke lêy da ewîş kewte tiřkendin.

xełkeke leme tûře bûn û tepełekyan diřî. le paşa pyawî şareza hat pêy witin em tepłe hî tiřkendin nebuwe, bełkû çakey em tepłe ewe buwe ke le nizîkî her kesêkewe buwaye ew kese kołincî ne’ekird. ’azd nexoşî kołincî hebû û ew tepłeyan bo hênabû û le jûr serî xoyewe day’ena îtir bibřay bibřay kołincî ne’ekird. xełkeke le diřanekey zor peşîman bûnewe, bełam taze bê kełk bû.