le hewlêr xidir begî eḧmed paşa pirsey hebû...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  590 Dîtin

le hewlêr xidir begî eḧmed paşa pirsey hebû. legeł şêx beşîr etrûşî û şêx eḧmedî neqşibendî le řojî 1976/12/12 çûyn bo ew pirseye. qisey mirdin hate nawewe, xidir beg gêřayewe witî:

sałêk le gundî «qazî xane» le dîwexanî ḧisînî melada danîştibûyn, zor bûyn, basî mirdinî meř hate gořê ke ew sałe meř qiřanî kirduwe. yekê witî min bîst serim mirduwe, yekê witî min sî ser, yekê witî min penca ser, her yeke şitêkî wit. yekê witî ewe meř çon emrê bew core? kabrayek hebû mistefa borî naw bû, saẍ û selîm le ême saẍtir. her hełsa le naweřastî dîwexanekeda le berçawî êmewe řakşa û witî wa emrê. destî kird be dest û qaç weşandin û lirxe lirx kirdin, îtir hełnestayewe, ke lêy ko bûynewe seyr ekeyn ewîş mirduwe.