lew deştî dizeyî û gerdîye le gundî gêjî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  659 Dîtin

lew deştî dizeyî û gerdîye le gundî «gêjî» řojêk deng biławbuwewe ke le gundî «giřawê» biznêk destî xistote binagwê û ḧeyranan ełê. em denge gundekey şiłejan. seyd ’ezîz hebû, witî a wiłaẍim bo bênin biçim bo giřawê bizanim waye? witî swar bûm le katî ’esra geyştime ewê. pêş hemû şitê peley nwêjekem bû çûm bo mizgeftê. ewendem zanî xerkî pêşyan lê girtim, wityan erê seyd ’ezîz řaste derên le gêjî biznêk destî xistote binagwê û ḧeyranan derê? witî ke emem zanî, xêra nwêjekem kird û geřamewe lo gêjî.