kerî aqił lew sengawe le dêy dirozne...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  610 Dîtin

kerî aqił:

lew sengawe le dêy «dirozne» pyawêk hebû nawî ewřeḧman bû, em ewřeḧmane cût û ga û felayî ekird. sałêkyan genmî kirdibuwe çał û bo sałî dwayî çałekey lê win bûbû. her çende boy geřa neydozyewe. gwêdrêjêkî hebû ke sałî par genmekey leser xerman bo birdibû bo ser çałeke û hênay leser cêgay xermanekey par barê genmî na le gwêdrêjeke û beřełay kird û xoy şwênî kewt. ker řoyşit ta geyşte ser çałeke û lewêda westa. ke dayanewe seyryan kird eme çałe genmekeye. bew core ewřeḧman çałekey dyewe.