şêx beşîrî etruşî gêřayewe witî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  572 Dîtin

şêx beşîrî etrûşî gêřayewe witî:

«’ebdulbarî» hebû le mûsił bazerganêkî zor gewre bû. «xwace danyal» yiş hebû le beẍda. ’ebdulbarî çelebî û xwace danyał ticaretyan legeł yek hebû, şitumekî mûsił û beẍdayan bo yek enard. zor be direngîş yektiryan ebînî, çunke ew serdeme hatuço lebeynî şarekana kem bû. sałêk ’ebdulbarî çelebî le hawîna řêy ekewête beẍda le ḧucrekey xwace danyala le xanî sefafîr da’enîşin. ew serdeme baweşêne pûşe xurmakan hebû pyawe gewrekan eyankiřî û baweşênî xoyanyan pê ekird. lew kateda baweşênfiroş bewêda tê epeřê, çelebî û danyal her yeke baweşênêk ekiřn.

çelebî îşî tewaw ebê û egeřêtewe bo mûsił û baweşênekey xoy legeł xoy eba. le paş sê çwar sał dîsan îşî beẍday ebê û eçêtewe bo beẍda û leser sekoy ḧucrekey xwace danyal da’enîşin. çelebî mûsłî timaşa eka baweşênekey danyal cû kon buwe. lêy epirsê biřwa ekey baweşênekey ew sałe pêkewe kiřêman ełêy konit kirduwe? danyałîş ełê baweşênî ew sałey çî? lew wextewe ta êste hemû sałê baweşênêkim kiřîwe, eme hî îmsałe wa to be konî ezanî.

çelebî mûsłî ełê bo çî to çî lê ekey wa kon buwe û kon ebê? danyal ełê çî lê ekem? eygirim be destimewe û baweşênî xomî pê ekem. çelebî ełê mał kawil çon wa ebê? desa hînekey min her ewey ew sałeye û hêşta her tazeşe. danyal ełê bo çî to çî lê ekey? çelebî mûsłî ełê min baweşêneke leser deskekey qît da’enêm û be dest eygirim, ser be berya hatuço pê ekem wekû yekê «ḧî alilhErebî» bika. êwey cûleke mirdûtan mirê nazanin çon ejîn û çon pare xerc eken.