xa mîrem hebû lew sere sê kiçî cwankîley...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  591 Dîtin

xa mîrem hebû lew sere sê kiçî cwankîley hebû, kiçekan wextî şûkirdinyan hatbû, bełam leber ewe ke tozê serî zimanyan eygirt û «k» yan ekird be «t», xełk bo xwastinyan ne’ehatne pêşewe û her wa mabûnewe. be řêkewt yek dû afret carêk eçin bo timaşakirdin û xwazbênyan. daykekeyan zanî em jinane bo xwazbênî kiçekan hatûn, temêy kiçekanî kird ke bo xoyan be aqłî danîşin û neyene qise. bo negbetî lew kateda mişkê be jûrekeda tê peřî, kiçî gewre witî: ay xuştê ewe miştê bû! dûhem hełîdaye û witî: tenî çuwe tunetewe! sêyem destêkî be zułfya hêna û witî: be xwa ça bû şutir min hîç denim netird, ewe êwe bo tewtine tawêj tirdin! xwazbênî keran ke emeyan dî, diłyan sard bowe û be peşîmanî geřanewe dwawe.