boyan gêřamewe ke le suleymanî le geřekî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  570 Dîtin

boyan gêřamewe ke le suleymanî le geřekî serçîmen mela kerem weys nawêk hatuwe ewê, pîşey her kitêb girtinewe buwe legeł nuşte nûsîna. jinêkî zor naşîrîn û naqołay hebû, nawî «xaḧenîf» bû. mela arezûy lê ne’ecûła leber naşîrînî. řojê mela eçê bo kitêb girtinewe, le katî nîweřoda dêtewe bo małewe pał be dergawe enê û ełêt ḧenîf xêra daykene le małî paşçaweş řeqim kirduwe heta nenîştotewe. ḧenîf ełê carê destim le hewîr daye. mela ełê kiçê ke nîştewe małî paşçawekêkî tirim le kwê des ekewê řeqî kemewe?