miḧemmed şerîf boy gêřamewe witî lew wiłate...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  535 Dîtin

miḧemmed şerîf boy gêřamewe witî:

lew wiłate dû bira hebûn, pîrdawid û pîrmam. pîrdawdyan wa dyarbû her le seretawe de’bakey îşî ne’ekird, be kurdî hełne’esta. lem řuwewe da’men matembar û be pejare bû, naheqîşî nebû, çunke bêbeş bû le beşêkî zor gewrey jyan. şewêk dinya zor sard bû, bełkû befir û kiřêwe bû. herdûkyan pêkewe le baxełî yeka nustibûn. le nîweşewa pîrdawid destî ber de’ba kewt seyrî kird bilamanê řast botewe girtî û be destekey tirî destêkî jend be pîr memî birayewe, witî biram xwa kirdûyetî wa de’bakem řast botewe, bełkû be her core buwe be pele yekêkim bo peyda bikey biçme lay ta helim le dest derneçuwe, bełkû telîsme bişkê û řizgarim bêt lew derde nefsîye û bo xom le paşa jinêk bênim û bibim be xawenî mał û mindałêk. pîrmem witî:

biram eme qiseye to eykey? carê êsta em tofeye małewmał her nakirê, ewa kiraş, be dem û deste ta to kêrit nenîştotewe min em yekem le kwê bo peyda ekirê? sêyem ew şite ke to girtote û be hî xotî ezanî ewe hî biray xote girtote.