řojêk eḧmed aẍay qaqław - ke sege...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  583 Dîtin

řojêk eḧmed aẍay qaqława - ke sege nêrîşyan pê ewt - le «zembîl» ebê. ḧacî mela řeḧmanî şerefkendî lêy epirsê erê aẍa bîstume etewê qaqławe bifroşî û biçîte naw gawrekan? xo qaqława zor xoşe bo ewe ekey? ewîş ełê bexwa qurban fêrî naw çom û aw nebûm û lêy najîm. ḧacî melaş ełê carêk kabrayek be naw bazařî ’etarekana eřwa, le piř ekewê û le hoş xoy eçê. ḧekîmêkî bo dênin. ḧekîm her çende xerîkî ebê kabra çak nabêtewe. paşan epirsê em kabraye îşî çî buwe? ełên le debaẍxane îş eka. ewîş her gurc derpêkey da’ekenê tepê gû leber lûtî kabrada eka, kabra her bogeneke eçê be lûtya pijmeyek eda û řast ebêtewe. bełê pyaw ke fêrî şitêk bû zor seẍłete destî lê hełgirê.