ełên paşayek sê jinî hebû yekê arî yekê...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  817 Dîtin

ełên paşayek sê jinî hebû, yekê arî, yekê samî, yekê çerkesî, şewêk legeł jine aryeke nustibû, lêy pirsî: dinya çi wexte? witî: demew beyane, witî: be çîda ezanî? witî: bonî gułan legeł dengî bulbulan û neway qumrîyan, ahengî ’etarefşanî û newaxwanî egêřn, diłî diłdaran mest eken, baweşênî xałî ser gonay nazdaran eken. şewî duwem legeł jinî samîda nust! lêy pirsî: dinya çi wexte? witî: berî beyane! witî: beçîda ezanî? witî: milîwankey mirwarîm ke ekewête ser sîney qaqmim, fênkî û sardyekî be astemî wa hest ekem wekû ew sardîye ke le şabałî belengerî perîyewe bêt û bida le egrîcey nazdarêk û bîşkênêtewe û ew nerme baye bida le gonay ałî ew nazdare, ew çi hestêk eka bew fênkîye, sîney minîş ew heste eka! şewî sêyem legeł jinî çerkesîda nust, lêy pirsî: dinya çi wexte? witî: demew řoje! witî: be çîda ezanî? witî: şerwet wê le řûta gû tawî dawim.