kabrayekî koyî ’ezîzî naw bû carêk...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  751 Dîtin

kabrayekî koyî «’ezîz»y naw bû, carêk eçête şaxepîske le małî nasrawekeya nan û mast exwa, dem û lêwî pak nakatewe, masteke herwa be lêwyewe ebê. bew core eçête lay kwêxa ḧewêz, kwêxa ḧewêz lêy epirsê ’eze ewe çît xwarduwe? ełê kwêxa wełła ke geyştime cê le małî xanexwêkema mirîşkêkyan bo kuştibûmewe, be bê to naxoş mirîşkim xward. kwêxa ḧewêzîş ełê wełła řast ekey, ewte řêqnekey be ber kułanekeweye.