her hî ewe carêkî waş le qayken be swarî...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  611 Dîtin

her hî ewe:

carêkî waş le «qayken» be swarî espêk eda be lay desteyekda danîştibûn lebin keprêka, qale nawêkyan tyabû seyrî kabray swarî kird witî: seyrî ew mayne ken çon mil û kilkî kirduwe be yek. lew wexteda kabray swar xerîkî ewe bû siław bika, mayneke ser simêkî da kewt. kabra be her cor bû hestayewe, mayn xoy bo negîrayewe çałêk le berdemya bû gilêr buwewe kewte çałekewe û topî. kabra çû zînekey lê kirdewe û day be kołya û çû be lay cema’etekewe, witî tuxwa cema’et ewe kê bû ew tîrey tê girtim? wityan fiłan kes bû. ewîş witî pekkû be xwa çawêkî pîs û tîjî heye. her ke ew ewey wit, kitûpiř qale herdû çawî kwêr bû. ewîş witî bawkim heq be heq.