mela meḧemmedî yaxyanî gêřayewe witî le...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 2 Xulek  608 Dîtin

mela miḧemedî yaxyanî gêřayewe witî:

le «dułbêşk» pyawêk hebû kwêxa ewłayan pê ewt, em kwêxa ewłaye pyawêkî dewłemend û berçawtêr û mîwanperwer bû, bełam le leş û lara zor biçûk û kem nimûd bû. carêk jinê barî tirê eba bo ewê bîgořêtewe be řizqî tir. le naw dêda epirsê małî kwêxa ewła kameye, pîşanî eden, eçête ewê bar exa leser ban, dest eka be bangewazkirdinî tirê. kwêxa ewła le mał ebê, dê be lay tirêwe dest eka be sebeteda her care qołe tirêyek derdênê û eyxiwa, jine naynasê, ełê kuře ewe bo lûtit dajenduwe be ser tirêkeda? nazanî małî firoştine? be xwa meger kwêxa ewła neyetewe, ebê pêy biłêm her beşeq bitkujê. kwêxa ewłaş ełê biřo biřo hey le jinî kwêxa ewła bem. jine ełê gut xurad, to çon qisey wa ekey be kwêxa ewła? jine bangewazî tirêy le bîr eçêtewe û ekewête kostî kwêxa ewłada. le paşa pêy ełên kiçê ewe kwêxa ewła xoyetî. ewîş ełê kwêxa ewła bem xanedanyewe, be xwa ḧeyfe eme meger ewîş bê, namaqûłî wabka, şełła her wam bizanyaye ke le mał nîye, çawim bem qed û bałaye nekewtaye. inca kwêxa ewła qaqa dest eka be pêkenîn û ełê to bangewazî xotit kirduwe, îtir meyke, ełê barekey bo barken le genim û serbarîşî bo bixene ser.