bo mêjû yekem kes le wiłatî soranda ke...
bo mêjû:
yekem kes le wiłatî soranda ke honrawey le şêwey hewramyewe xiste naw şêwey mukirî «nałî» bû. yekem kes ke meqamatî kurdî xiste ser qewanî giramafon seyd ’elî esẍerî kurdistanî û paşan kawêsaẍay şeqława û ḧemdîyefenî çayçî bû le suleymanî.
yekem xanuwêk ke leser şêwey taze dirust kira le suleymanî, ew xanuwe bû ke maweyek kira be îdarexaney zankoy suleymanî, le sałî 1953 destî pêkira, paş ew małî ḧacî biraymaẍay xefaf û małî ḧacî mela se’îdî kerkûkî zade bû, eme bêcge le «sera»ke, ke le serdemî mêceřsonda dirustikira û nexşekey legeł seray hewlêrda yekêk bû.
yekem kes - cige le me’mûrekan- le ehlîda setre û pantołî leber kird le suleymanî, tofîq qezaz bû.
yekem kes le naw melakana ke le suleymanî, ke fêstî sûrî be mêzerewe leser na, mela mistefay ḧacî mela řesûł bû. eme ehlî û melakan ełêm, egeyne ḧacî mela se’îdî meb’ûs pêştir leserya bû.
yekem kitêbêkî gewrey kurdî ke çap kira be cizwebendî fennyewe kewte bazař, çapî dûhemî mêjûy edebî kurdî bû ke le sałî 1952da derçû.
yekem «geştêk» ke be kurdî nûsrabê û çap kirabê «geştêk le kurdistan»y ’ela’edîn secadî bû, ke le sałî 1965da derçû.
yekem kitêb ke lebarey lêkołînewey edebî kurdî(neqdî edebî) be kurdî le çap derçûbêt, kitêbî «nirx şinasî» ’ela’edîn secadî buwe ke le sałî 1969 çap kirawe, eme piřupagende nîye bo ’ela’edîn secadî, ’ela’edîn secadî pêwîstî bewe nîye, bełam eme bo mêjuwe.