bo çî nabê

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  729 Dîtin
nazdarekem
ger nextê gwê řagrî lêm
pêy lê enêm
xom xoş ewê
hergîzawhergîz namewê
momî dagîrsawî jînim
bitwêtewe
hîç ḧez nakem
pişkoy xozge û xew bînînim
bikujêtewe
xwaperist bim, le xwa zyatir
xom xoş ewê
eger dinya peristîş bim
zor zor lem dinyaye zyatir
xom xoş ewê
ezanî bo nazdarekem
ewende min xom xoş ewê
leber toye, tom xoş ewê:
peykerî xoşewîstî bim
bo çî nabê
ta em dinyaye dinya bê
her bimênim
her bimênim
her bimênim