jinêk kiçêkî hebû, mêrdî kird. ew şewe ke...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 3 Xulek  714 Dîtin

jinêk kiçêkî hebû, mêrdî kird,. ew şewe ke bîgwêznewe ew qisaney legeł kird witî: kiçim ew małey ke çawit tyaya pişkut, ke be naz le nawya gewre bûyt, ke be tîlî xoşewîstinî bawik û dayk geşet ekird, ewa êste becêy dêłît. ebî be hawserî kesêk, dûr nîye ta êsta yektirtan nedîbêt, hogrîtan pêkewe nebûbêt, ebî be hawserî yekêk ke pêkewe řanehatûn, ebê bibî be karekerêk boy ta ewîş bibê be xizmetkarêk bot, eçîte małêk ne dengî bawkî têdaye ne hî dayk, be parêzewe pêy tya da’enî, her hengawêkit siłemanneweyeke.

kiçim eger bitewê lem jyane tazeyeda berxurdar bît, em amojgaryaney min bike be gwarey gwêt, bo ewe hemû ew jyane tazeyet wekû gułî tazey behar geş û têraw bêt: be qinyat be, çît hate berdest pêy řazîbe, mêrdit hatewe be řûyekî xoşewe biço be pîryewe, eger şitêkî hênayewe û day be destewe, ba kemîş bê, way lê werbigre û be corê le řûy ewa pêt xoş bê ke to hergîz şitî wa xoş û cwanit nedîwe. ba le małî bawkîşta ew şitet dîbê, qisey le gwê bigre û çeleḧanêy legeł meke.

seyrî ew şwêne bike ke ew seyrî eka, agadarî ew şwêne be ke ew bonî eka, çunke ew şwêne eger pîs û poxił bû toy le berçaw ekewê, eger bonî naxoşî kird lûtit pya nayenê, pyaw ḧez le şwênî pak û xoş eka. agadarî wextî xwardin û nûstinî be. le wextî xoya nanî bo dabnî û le wextî xoya bînwêne, çunke birsêtî nanî harî be demeweye û bê xewî agirî tûřeyî û ẍezebî tîj eka. agadarî małî be û agadarî minałî be. ke małît be xořayî dořand xot bê mał ebît. ke bê aga bûy le minałî, weqar û sengînî ew pyawe namênê, ke hî ew nema to sûk ebît. perwerdey minał be dest dayke ne bawik. bê qiseyî meke, nihênyekî kehebû aşkiray meke; çunke eger bê qiseyî bikey, ew ca diłî lêt piř ebê, eger nihênyekey aşkira bikey emîn be lewe ke tołet lê nakatewe. xoşî û naxoşî ew û xot herdûkî kilîlekey le dest to daye. pyawêkîş amojgarî kuřekey ekird, pêy wit: řołe! ke wîstit jin bihênît zû bîhêne ba pêkewe pîr bibin û mindałîştan bibê be swar le dwatanewe. to pîr û ew cwan le axir ’umra řênakewn. xizim baştire le bêgane, hemû car qisey xoşî legeła bike, bîruřay werbigre, mercîş nîye be gwêy bikey, le berçawî xełkewe be demî pêkenîn û be çawî berzewe seyrî bike. ew jine ke eyhênî eger le ’umrî şanze ta bîst û çwar bû zyad le endaze meçore lay, çunke řengibê le ewełewe birsî bît, agat le xot nebê, bełam le paş maweyek to wa namênît û bot têr nakirê, ewîş be awedanêkî tir fêr buwe, lewaneye bot zewt nekirê, îşî wa bika abřûy herdû latan biřwa. her care ke şitêk ebînî boy bêne û be řûyekî xoşewe bîderê, biłê emem bo to û leber to hênawe.