le řawêjî zimanî ’erebîda hendê şit heye ne...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  699 Dîtin

le řawêjî zimanî ’erebîda hendê şit heye ne nêre, ne mêye, ne nêremûke, keçî be nawê mêşewe bîstirawe, wekû «arv, qus, arinb, nar» we zor şitî tirîş. naçar bemaneyan wituwe «mo’enesî sima’î». em core řawêje le zimanî kurdîda nîye. bełam řeḧmetyeke lem řuwewe şitêkî efermû, eyfermû; ew pyawey ke leser qisey jin bicułêtewe û her beqsey ew bika, ewe ew pyawe le zimanî kurdîda pêy ełên; «mo’enesî sima’î», herweha jinêkîş ke swarî qisey xoy bê û hîç be gwêy mêrdekey neka, ewe ew jineş le zimanî kurdîyda pêy ełên; «muzekerî sema’î»