lew mukiryane yekêk le aẍakan legeł...
Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
1 Xulek
806 Dîtin
lew mukiryane yekêk le aẍakan legeł xizmetkarêkya eçin bo sabłax, aẍa xizmetkarekey enêrê bo bazař şekir û ça bikřêt û bîhênêt, ça nabêt! aẍa zor tûře ebêt û dest eka becnêwdan pêy, pêy ełê: şerit bê carêkî ke narditim bo her îşêk ebê dû îş bikeyt. her le mawey ew sefereyana aẍa nexoş ekewê xizmetkarekey enêrê be şwênî ḧekîmda, xizmetkar eçêt û dêtewe dû kesî legełdaye. aẍa epirsê ewe çîye? xizmetkareke ełê: aẍa ewe yekêkyan ḧekîmekeye, eweykeşyan xot fermût eger narditim bo îşêk ebê dû îş bikey, eweyan gořhełkene! eger xwa şîfay dayt be ḧekîmeke başe, eger xo mirdîşî ewa gořhełkenim hênawe gořit bo hełkenê! ewe herdû îşekem be yekcar kirduwe!