şêx miḧemmedî berzincî le mizgewtekey xoya...

Li pirtûka:
Řiştey Mirwarî (Bergî 8)
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 1 Xulek  1008 Dîtin

şêx miḧemmedî berzincî le mizgewtekey xoya we’zî da’eda, le wez’ekeya witî kitêb efermiwê: ke her kese řojî ’erefe beřojû bibê wekû ewe waye sałêk beřojû bûbê, eḧey caw le kořî we’zekeda bû. dengî nekird ta řojî ’erefe hat, ew řoje beřojû bû ta nîweřo, paşan şikandî. pêyan wit: xałe ḧemed eme çon ebê? witî: min ta nîweřo beřojû bûm, be şeş mang eşê, lewe zyatirim nawê.